Di êrîşa dewleta Tirk de jinek û 2 zarok birîndar bûn
Artêşa Tirk û çeteyên wî malek li gundê Tinebê yê bajarê Şerayê topbaran kir. Di encamê de jinek û 2 zarok birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Tirk û çeteyên wî li gundê Tinebê yê bajarê Şera yê kantona Efrîn-Şehbayê malek topbaran kir.
Di encama topbarana ku bi obîsan hate kirin de jinek û 2 zarok birîndar bûn.
Navên zarokên birîndar wiha ne; Zeyneb Fesyel Cinêd (4), Ehmed Feysel Cinêd (6).
Nasnameya jina birîndar bûye hîna nehatiye zanîn.