Di êrişa dewleta Tirk de 2 zarok hatin qetilkirin 3 jî birîndar bûn

Di êrişa artêşa Tirk û çeteyên wî ya li ser gundê Tehna Mezin ê Minbicê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Tirk û çeteyên wî gundê Tehna ya Mezin ê dikeve rojavayê kantona Minbicê topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokên bi nave Ebdo Cuma El Casim (5) û Casim Cuma El Casim (9) jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişê de zarokên bi navên Casim Mehmûd El Casim (6), Ehmed Casim El Casim (8) û Muslim El Casim (10) jî bi giranî birîndar bûn.

Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyên Minbicê.