Di êrîşa Îsraîlî de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê li ser dibistanek li taxa El-Derac yê bakura bajarê Xezayê de ku koçber lê bicih bûbûn, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Xeza – Êrîşên îsraîl li dijî sivîlên Xezayê yên koçber ku di dibistan û stargehan de bi cih bûne, dom dike. Bi hezaran kesên ku di dibistanan de bi cih bûne, hewl didi xwe ji êrîşên Îsraîl biparêzin.
Zêdeyî 70 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên di êrîşa li dijî dibistanek ku koçber lê dimînin li taxa El-Derac a navenda bajarê Xezayê, jiyana xwe ji dest dane giha zêdetirî 70 kesan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di enacama êrîşan de agir bi dibistanê ket û derbasî nava konên koçberan li derdora avahiya dibistanê jî bû û ceazeyên gelek kesan şewitî. Her wiha tîmên parastina sivîl jî di bin kavilan de di şert û mercên gelek dijwar de xebatên xwe yên lêgerîn û rizgariyê di domînin. Stargehên koçber lê dimînin hedef digrin
Ji ber kêmbûna derman û sotemaniyê tîmên tendrustî nikarin alîkariya birîndaran bikin û wan rakin nexweşxaneyan. Ev komkujî di nava kiryarên li dijî stargehên koçberan de cih digrin.
Êrîş didome
Tevî bangên navneteweyî ji bo agirbestê û dabînkirina riyên ewle ji bo sivîlan û parastina wan êrîşên Îsraîl li dijî Zîvaal Xeza didome.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tendrustiyê, Di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xeza de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane giha 53 hezar û 939’an, hejamra birîndaran jî giha 122 hezar û 797 kesan.