Di êrîşa Îsraîlê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên ku Îsraîlê li Xezayê pêk anîn de 42 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de 42 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên tenduristiyê gotin ku 30 ji wan kesên ku hatine kuştin sivîlên li benda alîkariyê bûne û gotin ku piraniya êrîşan li dora navendên alîkariyê yên mirovî yên bi serkêşiya Îsraîl û Amerîkayê pêk hatine ku Îsraîl wekî "xefikên mirinê" li Zîvala Xezayê bikar tîne.
Kesên ku li benda alîkariyê bûn hedef hatin girtin
Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê ragihand dema ku leşkerên Îsraîlî gule li Filistîniyên ku li nêzîkî qada belavkirina alîkariyê ya li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê sekinîbûn reşandine, 5 Filistînî hatine kuştin.
Nexweşxaneya El-Ewde li Kampa Penaberan a Nuseyratê li navenda Xezayê ragihand ku di encama gulebarana li ser sivîlên ku li nêzî "Korîdora Netzarim" li benda alîkariyê bûn de, 13 kes hatine kuştin û 200 kes birîndar bûn.
Nexweşxaneya Nasir ragihand ku 12 kes di topbarana Îsraîlê de li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê welêt hatine kuştin.