Di erdheja Japonyayê de hejmara miriyan bû 213

Di erdhejên li eyaleta Işikava ya Japonyayê li herêma Nîvgirava Notoyê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 213.

Navenda Nûçeyan- Li Japonyayê di 1’ê Çileyê de erdhejên ku bi pileya 7,6 çêbûn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 203. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiya eyaleta Işikavayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku nêzî 25 hezar kes li cihekî bi cih bûne, ji ber riyên ku hatine girtin 3 hezar û 100 kes asê mane, cereyana nêzî 60 malan tune ye.

Lêgerîna li 52 kesan didome

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li tevahiya herêmê 567 kesên ku birîndar bûne tedawî dibînin, 52  kesên ku winda ne jî lêgerîna ji bo wan didome. Li aliyê din, hikumeta navendî ji bo kesên li herêma erdhejê mehsûr mane, li bajarên derdorê Fukui, Toyama ve Niigatayê bi giştî ji bo 10 hezar kesan cihê mayînê dê werin amadekirin.

Li Nîvgirava Noto ya Işikawayê di navbera 1-5’ê Çileyê de gelek caran erdhejên bi pileya 5 û 7,6 çêbûn.