Di doza Rojîn Kabaîş de hûrgiliyên nû
Di dosyaya Rojîn Kabaîş de hûrgiliyên nû hene û derket holê ku DNA'yê ku hatin dîtin ne ya li ser cil û bergan e. Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş, wiha got: “ Hinek hurgulî hene lê ji ber fermiyetê nayên eşkerekirin.”

Navenda Nûçeyan – Der barê mirina bi guman ya xwendekara pola yekem a pêşveçûna zarokan li Zanîngeha Van Yuzuncuyil Rojin Kabaiş a windabû û piştî 18 rojan cenazeya wê hate dîtin de, hûrgiliyên nû derketin holê.
‘DNA'yê ku hatin dîtin ne ya li ser cil û bergan e’
Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş, derbarê mijarê de wiha axivî: "Dozgerî ji min re got 'DNA'ya du mêran di destê me de heye. Hinek sebr bike. Xwediyê DNA'yê zirarê dane Rojînê û em ê wan kesan derxin holê. DNA'yê ku hatin dîtin ne ya li ser cil û bergan e. Em ê bi hev re kiryan bibînin'. Ez bi gotinên dozger pir bi hestiyar bûm. Hinek hurgulî hene lê ji ber fermiyetê nayên aşkerakirin. Parêzer jî xwe gihandine dosyayê lê niha daxuyaniya fermî nadin. Hefteya pêşiya me piştî ku dozger hat dê daxuyanî bê dayîn."