Di doza Mehmetê 18 mehî de daxwaza girtina polîsê bersûc hate redkirin

Li Cîzîrê di sala 2009’an de Mehmet Uytun ê 18 mehî di hembêza dayika xwe de hate qetilkirin. Di doza qetilkirina Uytun de girtina polîsê bersûc Hakan Alkan û daxwaza keşfa cihê bûyerê ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.

Navenda Nûçeyan – Di 9’ê Cotmeha sala 2009’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dema pitikê bi navê Mehmet Uytun li şaneşîna mala xwe di hembêza dayika xwe de, di encama guleya gazê ya ji hêla leşkerê bi navê Hakan Alkan avêtî ve jiyana xwe ji dest da. Danişîna doza qetilkirina Uytun berdewam e. Piştî cezayê 3 sal û 4 mehan ê li bersûc hatibû birîn hat betalkirin, 5’emîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hate lidarxistin. Parêzerê malbata Uytun û parêzerê bersûc Hakan Alkan bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Nûnerên Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî doz şopandin.

Dadgehê ji cendirmeyan û Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) muzekkere nivîsandibû û jê xwestibû aşkera bikin ka guleya bûye sedema mirina Uytun di envnaterê de heye yan na. Di bersivê de hate îdiakirin ku ev guleye di envanterê de nîne.

Parêzerê bersûc jî îdia kir ku envanter di sala 2011’an de radestî fermandariya cendirmeyan hatiye kirin û got ji gumanê bersûc sûd digre.

‘Dadgerê berê keşf neda kirin’

Parêzerê malbata Uytun jî got: “Me nivîsa cendirmeyan şandî dît lê me nivîsa MSB’ê li ser UYAP’ê nedît. Beriya sala 2009’an envantera muhîmatan nedihat girtin. Piştî sala 2011’an hatiye girtin. Dibe ku ev muhîmat di sala 2009’an di envanterê de hebe. Divê were nirxandin. Daxwaza me ya keşfê hebû lê dadgerê berê neda kirin. Zindîkirina bûyerê, keşfa cihê bûyerê dê ji bo rastiya madî bibe alîkar. Em dixwazin bersûc were girtin.”

Daxwaz hatin redkirin  

Dozger jî xwest ji bo were tespîtkirin ka qalikê guleya bûye sedema mirinê ji çeka tê behskirin hatiye avêtin an na û ji bo were tespîtkirin bê dema gule li ser zarok bikeve şopa şewitînê çêdike yan na, ji Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan a Enqereyê re muzekkere were nivîsandin. Dozger xwest ku daxwaza keşfê jî li gorî bersiva tê dayin were bersivandin.

Danişîn hate taloqkirin

Dadgehê daxwazên dozger qebûl kir. Her wiha dadgehê bi hinceta ku di dema lêpirsînê de keşf hatiye kirin û avahiya behsa xebatê hatiye hilweşandin, daxwaza keşfa cihê bûyerê red kir. Daxwaza girtina bersûc jî hate redkirin û danişîn taloqî 20’ê Çileya 2026’an hate kirin.