Di dîrokê de komek jin: Jînnameya jinên têkoşer
Pirtûka ‘Di dîrokê de komek jin’ a Fewziye Salij Menmî cih dide jiyana jinên têkoşer. Nivîskar Fewziye Salij Menmî dibêje: “Jin havênê aştî û perwerdeya rast a dîroka Kurd in. Ruxmê astengiyan bi têkoşîna xwe ya bê tirs li dijî şer û feraste mêr sekinîne.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Nivîskar Fewziye Salih Menmî, ev demek dirêj e ji bo lêkolînên civakê çîrokan dinivîsîne. 55 berhemên wê yê çîrokan hene. Gelek berhemên wê ji Farsî wergerî Kurdî hatine kirin, ansîklopediyên zanistî û derûnî jî digre nava xwe. Her dem armanca wê ewe bû ku dîroka jinan û Kurdan zindî bihêle. Berhemên wê yên dawî pirtûka bi navê ‘Di dîrokê de komek jin’ ji bo dîroka têkoşîna jinên Kurd ji nû ve bîne ziman derxist.
Ji 4 bergan pêk tê
Pirtûk ji 4 bergan pêk tê. Di sala 2017’an de berga yekem derxist. Di pirtûkê de jînnameya zêdeyî 30 jinan heye. Her wiha berê xwe daye xebatên der barê zarokan de. Çîrokan bi zimanê jinek bi navê Dayelê digihîjîne zarokan. Her wiha bi riya karektera zarokê bi navê Adan serpêhatiya jinan digihîjîne nifşên pêşerojê. Bi riya ‘Navenda Arşîv û Lêkolînê û Pirtûkxaneya Jinên Kurd’ pirtûka bi navê ‘Di dîrokê de komek jin’ hat çapkirin û belavkirin. Niha ji bo nivîsîna berga pêncem dixebite.
‘Jin havênê aştî û perwerdeya rast a dîroka Kurd in’
Nivîskar û çîroknivîs Fewziye Salih Menmî diyar kir ku fikra pirtûka ‘Di dîrokê de komek jin’ ji xebatên wê yên der barê zarokan de derketiye û wiha got: “Dema ez bi zarokan re kom dibûm, min mereqa wan a ji bo dîroka wan hîs kir. Ji ber wê bi riya pêşbirkên xwendinê, min her dem zêdetir firsenda xwendinê ji wan re ava dikir, da ku zêdetir hewldana xwendinê bidin. Me jî fikrên xwe bi rêkûpêkiya terzê berê û kevneşop, di çîrokên xwe de teyîsand. Mînak nameya Qedîmxêr Feylî ji Şêx Mehmûdê nemir re şandî. Bi awayê nivîsên berê min xeyala Kurdistanek mezin a azad nivisîbû. Ev karê min ê yekem di sala 2017’an de bû. Piştre min berga duyem, sêyem û çarem a ‘Di dîrokê de komek jin’ amade kir. Min xwest her yekê bi pirtûkek cuda derbixim lê belê ji ber rewşa aborî min sê bergên dawî, di pirtûkek de kom kir û bi 74 rûpelan hat çapkirin. Di pirtûka ‘Di dîrokê de komek jin’ jînnameya zêdeyî 30 jinên têkoşer hene. Wan jinan di demên xwe de têkoşînek mezin raber kirine. Armanca vê pirtûkê ew e ku astengiyên jin ji aliyê civakê ve rastî wan hatine, êş û azarên jiyane nifşên nû bizanibin û bixwînin. ”
‘Jin ruxmê astengiyan têkoşer in û li dijî şer û feraseta mêr sekinîne’
Fewziye Salih Menmî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pirtûka xwe de min behsa jiyana gelek jinên têkoşer ên wek Aşînaz Barzanî, Mîna Xatûn, Nexde, Kêje Kafrûş ku di dema xwe de ruxmî hemû zoriyên dewletên dagirker ruxmê hemû astengiyan têkoşiyane û li dijî şer û feraseta mêr û dagirkeriyê sekinîne kir. Erka me nivîskaran ew e ku jiyan û enfalkirina hemwelatiyên Kurd ji bo dîrokê binivîsînin. Di berdewamiya pirtûkê de min behsa jinên têkoşer ji zarokan re kir. Di nav de jinên têkoşer ên Kobanê canê xwe ji bi xaka xwe feda kirin. Mînak Awesta Xabûr heye, Roza û Pur Helîme hinek ji wan jinan in.”
‘Hewl didim berga pêncem biweşînim’
Fewziye Salih Menmî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pirtûka min ji aliyê Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ve, hat çapkirin. Min hewl da pirtûka herî xweş ji bo jinan û dîroka jinan tomar bikim. Em jin ji bo arşîvkirina xebatên jinan hewl didin. Dema jin têdikoşin, rastî dagirkerî û astengiyên civakî û feraseta civakê hatine. Wê demê agahiya wan tunebû ku wê jinek derbikeve û serpêhatiyên wan arşîv bike. Niha me dest bi nivîsa berga pêncem a pirtûka ‘Di dîrokê de komek jin’ kiriye. Em hewl didin hemû pirtûkên xwe bigihîjînin pirtûkxane û dibistanan û pêşkêşî zarok û nifşên pêşeroja civakê bikin da ku dîroka xwe bizanibin.”
Fewziye Salih di dawiya axaftina xwe de peyamek ji bo ajansa me re şend û got: “Hûn jinên ji bo jinan xebatê di qada ragihadinê de dikin, şopa xwe dihêlin. Di çavên min de, hûn weke endamên civakê di asta herî bilind de ne.”