‘Di civakên ku jin bihêz bin de guhertinek berbiçav çêdibe’
Şaredara berê ya Helebçeyê Kowestan Ekrem, li ser rola jinan di siyaset û rêveberiyê de axivî û wiha got: “Li her cihê ku jin bihêz bin, di wê civakê de guhertinek girîng çêdibe.”
MIHRÎBAN SELAM
Helebce– Wekî ku her dem tê gotin, jin bi qasî hewce dike beşdarî siyasetê nabin. Ji ber hişmendiya baviksalar partî her dem jinan paşguh dikin, hewl didin. An jî heke jin bixwazin bigihîjin asta serokatiyê, ji wan re tê gotin ku divê di nav partiyeke siyasî de bixebitin.
Kowestan Ekrem, şaredara berê ya Helebceyê ye, di mijara pêşengiya jinan a di siyasetê de dibêje ku jin bêyî piştgiriya derve dikarin di hemû warên jiyanê de bibin xwedî raye. Kowestan diyar kir ku ji bo mirov bibe jineke serkeftî û bigihîje asta pêşengiyê divê ji hemû qonaxan, çi siyasî, çi rêxistinî, çi jî îdarî be, derbas bibe. Her wiha balê dikşîne ser partiyên ku di hilbijartinê de herî zêde deng digrin.
‘Li Helebçeyê jin her dem pêşeng bûn’
Kowestan Ekrem diyar kir ku li her cihê jin pêşengiyê dikin, di civakê de guhertinên girîng çêdibin û wiha domand: "Ez dixwazim bi taybetî li ser Helebçeyê biaxivim. Dema ku Helebçe bû parêzgeh û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) herî zêde deng girt, beşek mezin ji rêveberiyê ji jinan re hat dayîn û jin bi rêjeya ji sedî 85-90 serkeftî bûn. Jin ji mêran serkeftîtir in; ev ne raya min a şexsî ye, encama lêkolînê ye. Di anketeke herêmî de, dema ku ji wan hat pirsîn "Jin an mêr di rêveberiyê de serkeftîtir in?", hat dîtin ku jin bi awayekî berbiçav serkeftîtir in. Jin ne tenê di rêveberiyê de, di warên rêxistinî de jî xurt in; ev hemû bi şiyanên takekesî ve girêdayî ye.
‘Divê jin baweriya xwe bi şiyanên xwe bînin’
Kowestan Ekrem diyar kir ku jinên dixwazin bibin rêber divê xwedî hinek taybetmendiyan bin, daxwaza pêşveçûnê, hewldan, şiyana baştirkirina jêhatiyên xwe û xwebaşkirinê. Rêberek divê bi xwe bawer be. Divê ew di çavên kesên ku wan hildibijêrin de wekî xurt û sade werin dîtin. Sadebûn her çendî carna biha be jî di rastiyê de ne qelsiyek e. Wê got ku wê di dema wezîfeyê de ji bo sadehiya xwe bedel daye lê ew pê serbilind e. Wê tekez kir ku jin hewce ne bi xwe bawer bin, baweriya xwe bi şiyanên xwe bînin, zana û jêhatî bin û di her warî de pêşeng bin da ku bigihîjin pozîsyonên asta bilind.
‘Jin dikarin bibin pêşeng her çendî ew di siyasetê an partiyan de nebin jî’
Di dawiya axaftina xwe de, Kowestan Ekrem got: “Gelek caran, kesên jêhatî bêyî piştgiriya partiyê nikarin bibin xwedî rol û desthilatdariyê. Partî bi gelemperî kadroyên xwe pêşve dixin. Lê belê, kesên jêhatî dikarin serbixwe jî bin. Bo nimûne, gelek jin hene berê beşdarî partiyên siyasî bûn lê niha bi awayekî serbixwe di civaka sivîl de dixebitin. Ev jin di warên curbecur de ji bo mafên jinan û jîngehê parêzvaniyê dikin û dikarin bibin serok. Girêdana bi partiyeke siyasî re ne şertek ji bo serkeftinê ye; ya girîng xwedîbûna şiyanên takekesî yên bihêz e. Bi rastî, mînakên jinan hene ku bêyî ku bi tu pergaleke siyasî ve girêdayî bin, bi ser ketine.”