Di bombebarana Xezayê de herî kêm 10 kes hatin kuştin

Di bombebarana Îsraîlê ya li deverên cuda yên Xan Yûnisê, li başûrê Xezayê, 10 kes, ji wan 4 zarok, hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Herî kêm 10 kes, di nav wan de 4 zarok, di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser deverên cuda yên Xan Yûnisê li başûrê Xezayê, kuştin.

Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê (WAFA) li ser zimanê çavkaniyên xwecihî ragihand ku "balafireke bê mirov a Îsraîlê li herêma El Amelê li rojavayê Xan Yûnisê konê malbateke koçber bombebaran kir di encamê de mêrek, jina wî û du zarokên wan hatin kuştin. "

Her wiha "Êrîşeke din a asmanî ji aliyê firokeyeke bê mirov a dagirkeriyê ve li ser konekî li devera El Mawasî, li bakurê Xan Yûnisê, pêk hat, di encamê de bav, hevjîna wî û du zarokên wan hatin kuştin."

Li gorî ajansê "di êrişa ser konekî de li nêzîkî devera Bîr 19 li başûrê Xan Yûnisê, ciwanek hat kuştin, û welatiyekî din jî di êrişeke firokeyên bê mirov de li nêzîkî navenda Bijîşkên Bê Sînor li Mewasî El Qerara, li bakurê rojavayê Xan Yûnis hat kuştin. "