Di bin dirûşmeya “ Jin, Jiyan ,Azadî xwe biparêze “bi sedan mêr daketin qadan

Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi sedan mêr li Şedadê û Dirbêsiyê meşek li darxistin.

Hesekê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi sedan mêr li Şedadê û Dirbêsiyê di bin dirûşmeya” Jin ,Jiyan, Azadî xwe biparêze “ daketin qadan.  

Şedadê

Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi pêşengtiya Kongra Star bi sedan mêr li Şedadê daketin qadan. Meş li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir û li ber Gulîstana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan veguhertî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Kongra Star Erîc Yesrawî axivî û got: ”Îro em li vêderê ji bo em bihevre asta tekoşînê bilind bikin kom bûn. Deskeftiyên ku îro jinan bides xistine ji mîrasê xwişkên Mîrebal e. Armanca me xelasiya ji hişmendiya baviksalarî ye ku jin û mêr daye kolekirin. Em îro xwedî felsefeyek in ku ev felsefe ji bo me sîwane .”

Dirbêsiyê

Di bin dirûşmeya  “Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”  bi sedan mêr li Dirbêsiyê meşek girseyî li dar xistin. Meş li ber Çarxereya Jin a Dirbêsiyê destpê kir û li ber Meclisa  bajêr daxuyanî hat dayîn.

Endama Şaredariya Gel a Bajarê Dirbêsiyê Zîlan Ereb axivî û tekez kir ku guhertina hişmendiya baviksalarî wê bi tekoşîna jin û mêran were pêkanîn û wiha axaftina xwe domand: “Hişmendiya baviksalarî bi hezarê salan civakê bi rêbazên cûr be cûr kole kiriye. Îro di bin felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” em guhertinên bingehîn li tevahî cihanê didin çêkirin. Emê her roj ji bo xwe bikin roja bilindkirina tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê.”

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû