Di berxwedana Bendava Tişrînê de: Şop û rengê jinên têkoşer

Jinên ku pêşengiya berxwedana li Bendava Tişrînê kirin, peyama; “Heta dilopek xwîna me hebe, em ê li ber xwe bidin û serî netewînin” dan û ji kesên li dû xwe re mîrasa ku çavkaniya xwe ji çanda berxwedêriyê digre hiştin.

HAVÎN AHMED

Qamişlo – Gelo li kîjan derê cîhanê mirov, bê teredut û tirs ber bi cihê şer ve diçin? Xwe bi ax û ava welatê xwe paqij dikin. Li vê cîhana ku bi şerên dagerkeriya hovan veguheriye cihê mirinê; erdnîgarî, gel û jin di nava rewşeke çawa de ne? Li dijî komkujiyên ku çêdibin û li dijî koçberiyê, welatekî ku bi înat li ber xwe dide hatiye avakirin. Mirovên vê Erdnîgariyê dema ku bi hesta berxwedana weke bêhngirtina ji bo jiyanê ye; bi cesaret, ber bi şerên herî hovane ve dimeşin, ji bo ku tiştên di dilê xwe de bikin rûpelên dîrokê diqîrin. Gelo ji derveyî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, kîjan gel ewqas bi ax, av, enerjî û şervanên xwe ve girêdayî ye? Divê mirov, baş bikaribe behsa civakeke wiha cesûr, serwext a mirinê ji jiyanê biçûktir dibîne bike. Divê mirov bi çav, dil û pênûsa rojnamegerek ku nikare rastiya berxwedana li Tişrînê nebîne behsa qehramanên wê bike.

Yek ji dewletên dagirker ên ku dixwaze tovên faşîzmê bireşîne dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li vê herêma ku her derê wê bi kedê hatiye afirandin û bûye çavkaniya jiyanê, weke makîneyên mirinê êrîş dikin. Lê... Her ku ew êrîş dikin, gel û şervanên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ên xwedî ax, av û enerjiyê; berxwedana xwe mezintir dikin. Li vê erdnîgariyê li dijî dagirkeriyê, cesareta berxwedanê, li dijî hemû êrîşan her diçe mezin dibe. Bi hezaran mirovên mil dane hev, li dijî hemû êrîşan, bêyî teredut ber bi Bendava Tişrînê ve dimeşin. Berxwedana Tişrînê 55 roj in didome û tiştên ku heta em dijîn, her yek ji wan destana qehremaniyê ye.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hem ji bejahî, hem jî ji hewayî ve ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrîşî Bendava Tişrînê dikin. Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye ve heta niha gelên Bakur Rojhilatê Suriyeyê bi pêşengiya jinan ji bo parastina bendavê ber bi Tişrînê ve dimeşin. Dewleta Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov êrîşî karwanên ku diçin bendavê dike. Heya niha bi giştî 22 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 6 ji wan jin in, her wiha bi sedan kes jî birîndar bûne.

‘Em parêzvanên xak av û enerjiya xwe ne’

Ji ber ku bendav xwedî cihekî girîng e, enerjî û ronahiya şêniyan pêşwazî dike, di heman demê de şêniyên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi çandiniyê re mijûl dibin û debara jiyana xwe dikin, dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Ji ber ku ev bendav ji sedî 70 pêwîstiyên gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî dike, dibe hedef. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şervan û zarokên xwe bi pêşengiya jinan ref bi ref berê xwe didin Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bo çavên gel bitirsînin û ji doza wan vegerînin, van êrîşan pêk tînin. Her çiqas gel bedêl dide jî heya vê gavê bê dudilî berê xwe didin bendavê. Jinên ku ji çûyîna Bendavê re pêşengî dikin, di peyamên xwe de dibêjin; “Em parazvanên xak, av û enerjiya xwe ne. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê parastina bendava xwe bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Gelekî ku dizane bê berdêl azadî nabe, her ku berdêlan dide dibêje heya ku em hene emê şopdarên rêça te bin ey şehîd.” 

Jinên ku xwe ji bo axa xwe feda kirine

Ji aliyekî ve her roj kesên jiyana xwe ji dest didin dispêrin axê, ji aliyê din ve berxwedan û desteka xwe ya ji bo zarokên xwe, didomînin. Jinên ku beşdarî vê berxwedanê bûne û di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane jî di nava dilê gelê xwe û rûpelên spî yên dîrokê de cihê xwe digrin.

Yek ji wan jinan jî Menîce ye. Dema ku di riyên şer de dimeşiya, cesaret, malbat û jinan ji xwe re kiribû hevrê. Girêdana wê bi welat re, ji bo wê beriya her tiştî bû, bêyî ku dilê xwe teng bike, biweste, karê xwe dikir, ji her kesê re behsa girîngiya hebûn, azadî û rûmeta mirovahiyê ya ku divê mirov ji bo wê têbikoşe û şer bike dikir. Ji hevjînê xwe dest pê kiribû, hemû malbat û derdora xwe, xistibû nava têkoşînê. Ji malbata xwe re gotibû; “Ger ez di vî riyê de bimrim, nebe nebe hûn ji têkoşînê paşve nemînin, nesekinin. Dema ku hûn rastî tişteke ku êşê bide we werin, bila dijmin vê nebîne. Bila ji bo we bêhngirtina bi rûmet a li welat beriya her tiştî be.” Menîce bi wê dilê xwe yê mezin tevli berxwedana Tişrînê bû.

Menîce Heyder di sala 1977’an de  li gundê Senciqê yê Bajarê Amûdê ji dayik dibe. Dibistanê heya pola 9’an dixwîne. Di sala 2013’an de bi awayekî çalak beşdarî xebatan dibe. Di 18’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi firoka bê mirov de hat qetilkirin.

Hemû kêliyên berxwedana Kobanê di dilê xwe de girt û ber bi jiyanê ve meşiya

Hezna Ebdê, di sala 1979’an de li gundê Kelehê yê bajarê Dêrikê ji dayik bûye, ji wan jinan e ku pêşengiyê ji Şoreşa Jinan re kiriye. Pola amadeyî xwendiye. Di sala 2013’an de bi awayekî çalak beşdarî xebatan bûye. Bi destpêkirina çirûska Şoreşa Jinan a li ser dirûşma Jin Jiyan Azadî belav bû, di xebatan de cihê xwe girt. Li ku derê ji bo azadiyê xebat bihata kirin, Hezna Ebdê li wê derê bû. Ranewestiya tu car, ji ber ku rastiya zext û qirkirina li ser Kurd û Kurdistanê ji nêz ve dîtibû. Bi vê hêrsê Hezna Ebdê çawa ku di gavên destpêkê yên şoreşê de cihê xwe girt, ji bo parastina destkeftiyên ku di 12 salan de çêbûne, berê xwe da Bendava Tişrînê. Di 21’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin. 

‘Hemû kêliyên berxwedana Kobanê di dilê xwe de girt’

Hêza Mihemed, di sala 2002’yan de li Gundê Cindê yê bajarê Kobanê ji dayik bû. Beşa teknîk a dibistanê xwend. Xebatên zanîngehê meşand. Heza, hemû kêliyên berxwedana Kobanê di dilê xwe de girt û ber bi jiyanê ve meşiya. Zarokatiya wê bi tevgera azadiyê re bû, wê bi bêhna têkoşîna azadiyê, zarokatiya xwe derbas kir. Di ciwaniya xwe de jî ew bi xwe têkoşîn bû. Bi Kobanê re zêdetir nasnameya xwe dît. Wê soz da ku dê her kêliyê bi ziman, çand, ax, av û ajdana jiyanê biafirîne. Ji bo wê berxwedana xwe di kolan û çiyayên Kobanê de pêk anî. Wê tiştên di dilê xwe de pêk anî. Bû şahid ku Kobanê çawa bi evîndariya jinan heliya. Ji bo wê ew jî bû evîndar, wê evînê berê wê da rewîtiya demên rastiyê. Bi evînê re girêdana wê çêbû, zana bû, hezkir û hîn bû çawa dikare jinan hemû hembêz bike. Evîna di dilê wê de, di ruh û mêjiyê wê de xweşikbûna Kobanê, cesaret û hêviya wê mezin kir. Bi dilê xwe yê evîndar, bebika xwe hişt, tevli berxwedana Tişrînê bû. Di 15’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin. 

‘Sond xwaribû di riya keybaniya secûr a Firatê Zenûbiya de bimeşe’

Kerem Ehmed di sala 1994’an de li Bajarê Dêrezorê ji dayik bû. Beşa Hunerên Destan xwend. Endama xebatên Koma Zenûbiya bû. Kaxizên ku di navbera tiliyên wê de mabû, dema ku bêhna xwe ya dawî dabû, li derdora wê belav bûbû. Di wê kaxizê de daxuyaniya ku dê li qadên berxwedanê bixwenda hebû. Ji bo ku bigihîje cihê dixwest biçe, riyek dirêj meşiyabû. Gelek tiştan dabû ber çavên xwe. Ji bo ku zanîn û nasnameya xwe ya jinbûnê bihêz bike, bêyî ku biweste têkoşiyabû, bi dilekî fireh û merdbûnê gelek jinan tevli têkoşînê kiribû. Bi jinên ku li derdora xwe kom kiribû re, dîwarên Dêrezorê yên bi feraseta mêr hatibûn çêkirin hilweşandibû û sond xwaribû di riya keybaniya secûr a Firatê Zenûbiya de bimeşe. Wê kêlî bi kêlî xwe ava kiribû. Bi dilê xwe yê mezin tevli berxwedana Tişrînê bûbû. Di 9’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk de hat qetilkirin.

Dibêjin li cih û mekanên ku şervanên jin lê geriyabin jiyan û xweşikbûn bi hev re ye

Roniz Mihemed di 26’ê Hezîrana sala 2004’an de li gundê Helincê yê Kobanê ji dayik bû. Dibêjin ku cih û mekanên lingên şervanên jinên li wan ketibe, jiyan û xweşikbûnê bi hev re dihûnin, xwe bera nava dilê welatê xwe didin. Tu tişt nikare hêza têkiliya bi jinan re vebêje. Ji ber wê her mekana ku di erdnîgariya wê de jinên xweşik hebin, bizanibin bi berxwedana jinan hatiye avakirin. Roniz weke pênaseya xweşikbûn û helbesta wê hatibû cîhanê. Li dilê jinên berxwedêr ên cîhanê, li Kobanê çavên li jiyanê vekiribû. Xweşikbûna xwe ji hemû jinan girtbû. Wê xwest di felsefeya xweşikbûnê de bihele. Bi zanîna jinbûnê mezin bû, dixwest bixwîne, vebêje, jinan bîne ba hev û bi wê bextewariyê jiya. Jinên ciwan ên ku ji bo wê pir girîng bûn, bi wê zanînê hembêz kir. Coşa wê, ji ber dilê wê yê ciwan û zanîna wê bû. Wê bi dilê xwe yê mezin, xweşikbûn û ciwaniya xwe berê xwe da berxwedana Tişrînê. Ew hê xwendekara zanîngehê bû. Di 22’yê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin. 

Bûbû şahida gelek dîmenan...

Zozan Hamo, li bajarê Efrînê ji dayûk bû. Dibistanê heya pola 4’an xwend. Ew jî weke jineke ciwan bi awayekî çalak beşdarî xebatan bû. Bi dagirkirina Efrînê re rastiya şer û dagirkeriyê dît. Bi bombeyên ku li ber serê wê diteqiyan, bombebarana balafiran, perçeyên bedena mirovan ên li kolanan belav bûbûn; bû şahida rastiya jiyana bêwijdan a ku ji bo gel û welatê wê rewa dîtibûn. Dagirkerî û koçberiyê di her demê de hîs kir. Piştî ku Efrîn ket destên dagirkeran, berê xwe da Helebê. Zozan, bi tiştên ku di nava demê de qewimîbûn bi dil û mêjiyê xwe mezin bû lê bi awayê bedenî hê biçûk bû. Bi cesaret û dilê xwe yê mezin tevli berxwedana Tişrînê bû. Di 9’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin.