Di 12’emîn salvegera fermanê de li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin

Di 12’emîn salvegera fermana 2014’an de li Şengalê meş û merasîm hatin lidarxistin. Banga xurtkirina yekîtiya navxweyî û gavên berbiçav hate kirin.

Şengal –  Di 12’emîn salvegera fermana 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê, civaka Êzidî meşeke girseyî li dar xist. Bi sedan kesên ku beşdarî meşê bûn, wêneyên cangorî û zarokên xwe yên winda hildan. Meşa ku li Meclisa Gel a Şengalê dest pê kir, heta Sûka Kevn berdewam kir. Di meşê de sloganên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Hol Hola Tawisê Melek e”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Piştî meşa girseyî, xelk li Sûka Kevn kom bû û merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîma Sûka Kevn de ku hemû derdor bi wêneyên şehîdan û pankartên têkildarî fermanê hatibûn xemilandin, ji aliyê gelek derdor, partî, sazî û kesayetan ve peyamên girîng hatin dayîn. Grûpeke ciwanên ku ji nava destê DAIŞê rizgar bûne jî di merasîmê de amade bûn û peyama xwe dan. Li ser navê oldarên Şengalê Bedel Eydo axivî û got:  

“Fermanek bi serê me de hat, em derbeder bûn. Me gelek şehîd û êsîr dan. Yên ku bi me re bûn û alîkariya me kirin, xwedê jî xizmeta wan bike. Zanista me dibêje, erdê me tev xemilî û darên zozanan xemilîn, bi hatina wan, serê mîhan birîn. Xwedê rahma xwe li wan keç û xortên ku xwe li ber me şehîd dane bike. Şehîdên Êzidxanê, şehîdên riya Siltan Êzî ne. Rast e, fermanek bi serê me de hat. Ger wan dewletan bela xwe ji me venekirin, em ê bi xîret, ax û ava xwe bi destê kesî nespêrin.”

‘Fermana li ser me berdewam e’

Dîsa di merasîmê de ji aliyê Şeyma û Sifyan Emîn ve helbest hatin xwendin. Ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên ve ji bo Iraqê daxuyaniyek hat xwendin. Berdevka TAJÊ Rîham Hesen jî di merasîmê de axivî û got:

“Hûn hemû bi xêr hatin gelê me yê ku serî li 74 fermanan netewandiye. Ez cangoriyên fermanê bibîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Em ne tenê di vê rojê de fermanê bibîr tînin; ji ber ku heta niha jî fermana li ser me berdewam e. Ji ber ku heta niha jî êsîrên me di destê DAIŞê de ne. Heta niha gorên me yên komî bi temamî nehatine vekirin. Heta niha jî gelek Êzidiyên me li kampan in, nevegeriyane Şengalê. Ji ber vê yekê, heta em van pirsgirêkên xwe çareser nekin, em nikarin bêjin em ji fermanê xilas bûn.”

‘Em ji Şengala berxwedêr silav û rêzên xwe ji Îmraliyê re dişînin’

Rîham Hesen bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û got: “Em ê ti caran ne fermanê, ne jî xiyaneta pêşmergeyan ji bîr bikin; yên ku ji Şengalê reviyan û me radestî dijmin kirin.” Dîsa ji bo hatina gerîlayên Apociyan jî Rîham Hesen got:

“Cara ewil e ku ji derve ve hêzek bi hewara me ve hat. Hêzên HPG û YPJ yên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin, Şengal rizgar kirin. Em ji Şengala berxwedêr silav û rêzên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em ê vê rastiyê her tim li Şengalê bînin ziman. Ji ber ku hinek kes vê rastiyê înkar dikin û naxwazin bibêjin. Dixwazin careke din dosyaya Şengalê bidin destê wan hêzên ku xiyanet li Şengalê kirine. Dixwazin wan bikin qehreman li ser serê me. Lê em wekî civaka Êzidî, wekî şahidên vê fermanê dibêjin, em ê vî tiştî ti carî qebûl nekin. Em ê fermanê û tiştên hatine serê me ji bîr nekin û bi zarokên xwe jî nedin ji bîrkirin.”

‘Divê em li derdora destkeftiyên xwe bibin yek’

Rîham Hesen da diyarkirin ku ew di merheleyeke gelekî hestiyar re derbas dibin û xeteriyên li ser Şengalê berdewam in û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin da ku li derdora destkeftiyên xwe ku ji xweliya fermanê û bi xwîna şehîdan hatine avakirin, bibin yek û xwedî lê derkevin. Wê serkeftina me bi tifaqa me pêk were. Em bang li civaka xwe dikin ku xwedî li tifaqa xwe derkevin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hesen herî dawî anî ziman ku daxwaza wan ji Iraqê tune ye, derveyî berdana êsîrên wan û got: “Em beyanên şermezariyê naxwazin, em li benda gavên pratîkî ne. Divê êsîrên me werin rizgarkirin û îradeya me bê naskirin. Bi fermanê xwestin koka me biqelînin, lê hebûna me ya li vir bersiva herî baş e.”

Xwastin nasnameya Êzdatiyê ji holê rakin’

Li ser navê Hevpeymaniya Doza Êzidiyan Samya Şingalî jî cangoriyên fermanê bibîr anî û got:

“Ger ew nebûna, em ê li vê derê nebûna. Divê em fermana ku hatiye serê me, ji gelên din re bidin xuyakirin. Wê dewleta Iraqê bêje DAIŞ kete Iraqê û li gelek deveran komkujî pêk anîn. Lê ya me Êzidiyan ji ya wan gelekî cudatir e. Dema êrişî Şengalê kirin, xwestin nasnameya Êzdayîtiyê ji holê rakin. Ferman bi serê Êzidiyan de hat, ji bo wê jî divê em bêjin fermana Êzidiyan. Lê hin kes dixwazin vê rastiyê biguherînin, ez bawer nakim ku Êzidî vî tiştî qebûl bikin. Niha îradeya gelê Êzidî ji her tiştî bi hêztir e.”

Samya di dawiya axiftinên xwe de got ew gelê herî kevin ê vê xakê ne. Samya dibêje ku nasnameya wan li vire û çiyayê Şengalê jî dîroka wan parastiye. Lewra dibêje pêwîste herkes vê rastiya wan bizanibe.