Dewleta Tirk bi zindîkirina DAIŞ’ê Sûriyeyê vediguherîne qada şer
Dewleta Tirk ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve heta niha bi komên çeteyên ku wan fînase dike û dişîne ve Sûriyeyê kiriye qada, şîdet, hovîtiyê. Di êrîşên bi navê Heyet Tehrîr el-Şam didomin de careke din planên Tirkiyeyê diyar dibe.
SANA EL-ALÎ
Navenda Nûçeyan – Tiştên li Sûriyeyê diqewimin, ne bi edebiyata dîstopya (bajarê riziyayî) dikare were tesewirkirin ne jî nivîskarên mezin ên weke George Orwell an jî Necîp Mahfuz li ser binivîsînin. Gelo kê texmîn dikir ku dê rojek Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku bi salan e li dijî DAIŞ’ê şer dike, xwedî 15 hezar şehîdên jin û mêr e; îro careke din bi “terorîzmê” tên sûcdarkirin û bi pejirandina civakên navneteweyî û Ereb; bûne hedefa DAIŞ’ê û weke “hêza dagirker” bihatana binavkirin?
Bi talîmat û fermanên Tirkiyeyê dest bi êrîşan kirin
Bi talîmatên Tirkiyeyê û bi fermana ku hat dayîn, hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Hevpeyvîna Ahmed eş-Şara (Colanî) ya di Tv Şems a ku bi Kurdî weşanê dike de, baweriyê nedida, di şêwazê axaftina wî de bi eşkerayî gef hebû û diyar bû ku gotinên Tirkiyeyê yên “têkiliya QSD’ê bi PKK’ê re heye” pejirandibû. Ji ber wê yekê kanala Şems weşandina hevpeyvînê nepejirand lê agahiyên ku belav bûn, eşkere kir ku niyet çi ye. Bi berdewamkirina komkujiyên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re xeter xuya bû.
Beriya bûyerên li qesra serokkomariyê û pevçûnên çekdar ên di navbera lîderên hikumeta demkî de, îhtîmala êrîşeke li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xuya nedikir. Di serî de Wezîrê Karên Derve Şeybanî Wezîrê Parastinê Merhef Ebu Kasra (ku rasterast sîxurên Tirkiyeyê ne) gotegotên ku li ser Ahmed eş-Şara (Colanî) zexta ji bo êrîşên li ser herêmê hatiye kirine belav bûn.
Colanî neçarî şerê li dijî QSD’ê kirin
Lê weke kesek pragmatîk Ahmed eş-Şara (Colanî), ji Emerîkayê heta Îsraîlê ji Rûsyayê heta Tirkiyeyê hewl da hemû hêzan îdare bike û ji ber ku ji bertekên navneteweyî ditirsiya, operasyonê bi paş xist hewl da demê qezenc bike. Tevî vê yekê jî der barê Colanî de gotegotên rastî erîşa çekdarî hatiye belav bûn. Di hevpeyvîna Tv. Şems de reşahiyên di ruyê wî de balê kişandin lê her çû kitekitên bûyeran zelal bûn û diyar bû ku dibe gelek ji wan gotegotan rast bin. Di encamê de neçar ma li dijî QSD’ê şer îlan bike.
Ji 6’ê Çileyê ve heta niha bûyer qewimîn û destpêka wan herdu taxên biçûk Şeyh Meqsûd û Eşrefiyê bûn.
Piştî berxwedana 6 rojan, ji bo ku pêşî li komkujiyan were girtin herdu tax hatin teslîmkirin lê peyman Dêr Hafirê û herêmên rojavayê Firatê jî digirt nava xwe. Van hemûyan bi kampanyayê medyayê ya bêwijdan a li dijî QSD’ê bi hatin kirin.
Îxaneta eşîrên Ereb
Li herêmên Ereb, — tevî demokrasî, mafên jinan, xebatên ji bo zanebûna di mijarên welat û siyasetê de hatin kirin jî- QSD xwedî zemîneke civakî nebû. Gotinên netewperest serdest bûn û hikumeta demkî weke rejîmên berê eşîretan ji bo ajandeya xwe bi kar anî. Van eşîretan (Ne hemû hinek ji wan) ku demek berê zulma DAIŞ’ê dîtibûn û QSD’ê bi kêfxweşî pêşwazî kiribûn, bi carekê pişta xwe dane, heta zarokên xwe ji bo di nava DAIŞ’ê de şer bikin, şandin.
Van eşîretan pêşî li fedakariyên zarokên xwe dûre li QSD’ê û li Rêveberiya Xweser a ku wan di rêveberiyê de kiribû hevpar îxanet kirin.
“Hêzên qaşo“yên ewlehiyê” neketin Reqa yan jî Dêrezorê; li herdu herêman jî şaneyên razayî yên hevkarên DAIŞ’ê ketin tevgerê. Çawa kontrol ket dest, destpêkê girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Erîşa û Reqayê serbest berdan. Tevî vê yekê jî hikumeta demkî, ji derxistina DAIŞ’yan a ji girtîgehan QSD’e berpirsyar dît. Halbukî şervanên QSD’ê, nexwestibûn heta ku van sûcdarên bi xeter teslîmê koalîsyon an jî hikumeta demkî bikin, ji bajar derbikevin. Koalîsyon jî tevî ku 2 km. dûrî Girtîgeha Erîşa baregeha wê hebû jî bersiv neda bangên ku hatin kirin.
Reqa careke din ket nava tarîtiyê
Reqaya ku çend salan “paytexta xîlafeta DAIŞ’ê” ji ber ku ji projeya azadiyê fam nekir careke din ket nava tarîtiyê. Mixabin ev yek bi daxwaz û hewldana gelê wî bû. Êdî dema nezaketê nîn e; divê mirov bibêje ku rengên welat tarî bûn, firçeya rastiyê şikest. Bi saya hêzên ku dixwazin Sûriyeyiyan bikujin ev tablo reş û tarî bû. Divê were zanîn ku vî şerî beriya leşkerî, şerê medyayê bû. Pêşkêşvanên kanalên mezin ên tv. her çendî –hinek ji wan Sûriyeyî bin jî-û rûpelên Facebookê di vê lîstikê de rol lîstin. Van rûpelan, ne wateya welat dizanin ne, nirxê Sûriyeyê, ne fedakariya şehîdan û ne jî dizanin mirovahî çi ye. Van rûpelên ku bi avêtina cenazeyê şervana jin a li Şêx Meqsûdê kêfxweş dibin, bi jêkirina simbêlên extiyarek li Suweydayê tinazê xwe dikin, li ser qîrîna dayîkên li keviyên welat direqisin, îro li dijî Hesekê dest bi şer dikin.
Kujerên zarokan kirin berpirsên herêman
Di vê pêvajoya zor de, Abdurrehman Selame, berê di Eniya Nusra de emîr bû, bi hatina Heyet Tehrîr el-Şam bû yek ji milên aborî îxanet li welat kir, serwetek mezin bi dest xist û fabrîkayan ava kir ji bo walîtiya Reqayê hat tayînkirin. Wekî din jî çeteye bi navê Omer Selhu yê ku serê zarokê 9 salî yê Filistînî li kampa Hindirat bi hinceta ku bavê wî alîgirê rejîma berê ye jêkir jî kirin berpirsê giştî yê bejahiya Helebê.
Hikumeta demkî, bi hinceta ku meqamên Tirk ji vê kêmtir napejirînin, dixwaze hêzên QSD’ê werin tasfiyekirin û hemû herêm radestî wan were kirin. General Mazlum Abdî û Ahmed eş-Şara (Colanî) dema ku hatin ba hev, Tirkiye wekî ku Sûriye yek ji wîlayetên Osmaniyan be ket dewrê. Erdogan bi gotinên; “Hikumeta Sûriyeyê operasyona leşkerî ya li bakur rojhilatê Sûriyeyê bi hesasiyet û serkeftin li dar xist” daxuyaniyek da.
Dewleta Tirk hewl dide navê “Sûriyeyê” ji holê rabike
Dewleta Tirk li dijî Kurdan şerê wekaletê didomîne; hedefa wî ne tenê tesfiyekirin e, hewl dide pergala Rêveberiya Xweser tune bike, welatiyên Sûriyeyê ji nû ve neçarî dewletê bike. Têkoşîna jinan a ku bi gelek destkeftiyan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê aj daye biqedîne û heta hewl dide navê “Sûriyeyê” ji holê rabike.
Îro beşa herî mezin a Sûriyeyê ketiye nava tarîtiyê û Tirkiye bi vê yekê digihîje armanca xwe. Heq her dem qezenc nake; dê têkoşîna di navbera heq û batil de heta dawî bidome. Ji dema ku dewletan mudaxeleyî jiyana mirovan kirin û zordariya mêr serdest bû ve heta niha, şer, pevçûn û kuştin li ser jiyana mirov serdest bûn. Heta ku mirov zana û hişyar bibe –tu dewlet vê yekê nade lewre ev yek bingehên dewletê dihejîne- dê mirovahî nikaribe rabe ser piyan û bi ser xwe ve were.