Dewleta Tirk avê weke çek bikar tîne: Ji 72 hezar kesan re 5 bîrên avê
Ji sala 2019’an ve dewleta Tirk ava ku tê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qût kiriye. Li Til Temirê ku pirsgirêka avê lê kûr tê jiyankirin tenê 5 bîrên avê xizmetê dide 72 hezar kesan.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Şaristaniya mirovahiyê ji rêyên avê yên Rojhilata Navîn çêbûye. Her ku bajarên kevnar ji hezaran mezin bûn û gihîştin milyonan, çandinî jî berfireh bû da ku debara jiyanê, bazirganî û ewlehiya xwarinê destek bike. Ji lewra îro, Rojhilata Navîn bi krîzeke avê re rû bi rû ye.
Zêdebûna nifûsê û bilindbûna germahiyê
Bi dehan sal ji rêvebirina xirab a avê, zêdebûna nifûsê û bilindbûna germahiyê di gerdûnê de, axa herêmê xirab kiriye û çavkaniyên wê yên avê yên sînorkirî kêm kirine. Rêyên avê yên navdar ên herêmê ji ber çavan winda dibin. Çemên ku berê pir bûn, bûne çemên biçûk ku bi hêsanî bi peya têne derbaskirin û veguherîne rê. Bi demê re pirğ û çemên ku mirovahî li ser jiyane û ewlehiya xwe ya xwarinê dabîn kirine, wê bibin rê ku mirov bi hêsanî dikarin bimeşin.
Sûriye jî yek ji welatên heta 2050’an dê zext û bêaviyê bikşînin be
Li gor hinek lêkolînan dê heta sala 2050’yan her welatek Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di bin zexteke pir zêde ya avê de bin. Ger germahî 4°C zêde bibe, herêm dê kêmbûna ava şêrîn bi rêjeya 75 ji sedî bibîne. Tê payîn ku gelek welatên herêmê heta dawiya sedsalê bi qasî 5°C germ bibin. Welatên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûne û herî kêm ji bo adaptekirinê amade ne, jî welatên ku ji pevçûnan bandor bûne ne. Welatên wekî Sûriye, Yemen, Iraq, Lubnan û Urdun di pevçûnan de asê mane.
Ava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Doza avê ango av, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkek girîng û lezgîn e. Pênc milyon kes krîza avê ya zêdetirî 5 sal in didome, dikşînin. Herêm ji ber kêmbûna asta avê, xirabûna pergalên avê û kêmbûna kapasîteya xebitandinê ya îstasyonên avê ku ji ber bombebaran û hedefgirtina wê ya rasterast, bi kêmbûna ava vexwarinê re rû bi rû ye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî du çemên sereke ku ava wan kêm bûye heye (Firat-Dîcle) hene, li kêleka wê jî çemê Xabûr in, çemê Zirgan jî li Kanotna Cizîrê heye. Dewleta Tirk a dagirker ava ku derbasî herêmê dike wekî kaxezeke zextê ya siyasî bikar tîne, jê îstasyona Elok a ku zêdetirî 5 milyon kes xizmet dike ye. Dilopa avê wekî çekeke zextê li dijî jinan û zarokan bikar tîne.
Ev kêmasiya zêde ya avê bûye sedema zêdebûna belavbûna nexweşiyên ku ji avê têne veguhestin û zextê li ser tenduristiya giştî û perwerdehiyê, nemaze ji bo jin û keçan, zêde dike. Ji lewra av bi qasî ku pêwîstiyeke jiyanî ya jê nevegere, di warê tenduristî û derûnî de jî jinan bandor dike.
Li bajar û gundewarê Til Temirê tenê 14 hezar malbat (72 hezar kes) tev niştecih û koçberên Serêkaniyê, gundewarên Zirganê û gundewarên Til Temirê, tevî koçberên Efrîn û Şehbayê jiyan dikin. Yusra El-Xidban ji Beşa Avê ya Şaredariya Gel a Bajar behsa sedemên qutkirina avê û derfetên di destê wan de yên ku pê alîkariya niştecih û koçberan dikin, kir.
Ji wir destpê kir
Yusra El-Xidban got yek ji pirsgirêkên herî bingehîn û kûr ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî li kantona Cizîrê dikşîne, pirsgirêka avê ye û sedemên wê wiha anî ziman: “Bi dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girêspî re û desteserkirina îstasyona Elok a avê, dewleta Tirk a dagirker pirsgirêkên avê li herêmê kûr kir. Ji wir destpê kir û ev zêdetirî 5 sal in zêdetirî 5 milyon kes bi krîza avê re rû bi rû ne. Ji sedî 95 pirsgirêka avê bandor li jinê dike, ji lewra em hewl didin bibin alîkar.”
Ji 14 hezar malbat ango 72 hezar kesan re 5 bîrên avê
Yusra El-Xidban behsa derfetên ku Şaredariya Gel pê alîkariya 14 hezar malbatên niştecih û koçberan dike kir û van xebatan wiha vegot: “3 bîrên avê xizmeta avê bê pere ji sê gundan re peyda dikin. 2 bîrên avê jî hene, ji bo xizmeta koçberan û niştecihên bajêr û gundewarên din in. Tevî derfetên kêm jî em hewl didin tiştê ji destê me tê em pêşkêşî civaka xwe bikin.”
Çareseriyek demkî heye nabe demdirêj û stratejîk be
Yusra da zanîn ku tenê çareyek di destê wan de heye ew jî demkî ye nabe ku demdirêj û stratejîk bibe û wiha behsa vê çareseriyê kir: “Me danîna ruxsetên kolandina bîrên avê hêsantir kiriye, bi şerta ku her sê malbat dikarin bîrek bikolin. Ji ber ku herêm ber bi çolbûnê ve diçe, rûberên kesk kêm dibin û dikin ku xuya nekin jî. Çareya ku di destê me de maye, di wextekî ku krîza avê zêde dibe de, em rê bidin kolandina bîran. Li gorî şopandina me jî diyar dibe ku ava binerd êdî kêm dibe, ev jî di demê pêş de wê bibe kirîz. Ji ber ku zuhabûn û pileyên germahiyê zêde dibin.”
‘‘Elok’ dozeke mirovî ye pêwîst e NY dest bavêje’
Yusra El-Xidban ji bo çareserkirina doza îstasyona Elok bang kir û wiha got: “Doza îstasyona Elok dozeke mirovî ye, pêwîst e NY û welatên bibandor destwerdana çareseriya vê dozê bikin. Ji ber ku desteserkirina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pirsgirêka avê kûrtir kir. Bi îstasyona Elok dixwazin zextê li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”
Li gorî lêkolîn û daneyên li ser erdê û ji nêz ve şopandina rewşa koçber û niştecihan, krîza peydakirina ava şêrîn û şor jî, bûye sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî jê tundî, tenduristî û derûnî jî.
Di warê derûnî de jî gelo rûbirûbûna pirsgirêka avê dibe ku bibe sedem jin rastî pirsgirêkên derûnî jî were ya na? Fadiya El-Ewed a ku şêwirmend û derûnnasa Navenda Şehîd Amara ye, bersiv da pirsên me.
Kêmbûna avê stresa psîkolojîk a jinan zêde kiriye
Fadiya El-Ewed da zanîn ku kêmasiya avê pirsgirêkek cidî ya jîngehî û civakî ye û wiha dewam kir: “Çima pirsgirêk wiha ye, ji ber aliyên wê yên civakî û piskolojîk bandorê li hemû ferdên civakê, bi taybetî li jinan dike. Kêmbûna avê bû sedema stresa psîkolojîk a jinan zêde bike û bûye sedema rageşiya psîkolojîk û hestyarî û asta fikar û depresyonê ya pir bilind. Hem wextê wê jî bandor li jiyana wan a malbatî û têkiliyên wan ên civakî jî kiriye. Ji bilî ku rastî tundî û destdirêjiya li ser bingeha zayendî tên.”
Çareserî û pêşniyar
Fadiya El-Ewed çareserî û pêşniyarên derbaskirina krîza avê wiha rêz: “Parastina mafên jinan û ewlekirin û dabînkirina çavkaniyên avê divê hemû şert û mercan, ji aramî û aştiyê heta şer û pevçûnan, di nav xwe de bigire. Ji ber şert û mercên ku em tê de dijîn girîngiya xurtkirina rola ewlehî û parastinê nîşan dide.
Divê di navbera rêxistinên mirovî û saziyên herêmî de hevkarî hebe da ku projeyên avê werin bicîhanîn û çavkaniyên avê nêzîkî malên sivîlan bikin. Da ku jin neçar nebin ji bo anîna avê rêwîtiyên dûr bikin. Divê girîngiyek ji vê re were dayîn. Ji ber ku ev bar dikeve ser milê jinan, bûye sedema zexteke piskolojîk û fîzîkî. Her wiha bûye sedema devjêberdana jinan ji kar an dibistanê.”
Ji destpêka 2025’an heta Tîrmehê tenê li nexweşxaneyek 5 hezar nexweş!
Di warê tenduristî de jî, li gorî amarên nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng a bajarê Til Temirê di encama bikaranîna ava ne paqij de, zêdetirî 5 hezar nexweş ji destpêka sala 2025’an heta Tîrmehê ve pêşwazî kirine.
Jê 8 jinên ducanî zarok ji ber wan çûne, 2 jin ji ber malformasyona fetusê zarokên wan piştî çêbûne mirine, ji 126 nexweşên kulbûna buhirka destava zirav jê 95 jin in. 2 jin ji 7 kesan bi ziwabûnê ketibûn. Alîkariya pêşîn ji 532 nexweş jê 254 jinan re hatiye pêşkêşkirin. 187 jin ji 373 kesan bi nexweşiyên gurçikan ketine. Hezar û 288 kes bi gastroenterît ango îltihaba made û roviyan ketine, jê 764 jin in. Heman wextê 140 kes bi nexweşiya gurîbûnê ketine jê 51 jin in. Ji 41 kesên bi alerjiya çerm ketibûn jî 15 jin bûn.
Têkildarî bandora avê ya di warê tenduristî de jî Nalîn Yûnis a ku Endama Heyva Sor a Kurd a di beşa hişyariya tenduristî de dixebite axivî.
Nexweşiyên jinan
Nalîn Yûnis got ku sedema sereke ya nexweşiyan bikaranîna ava ne paqij e û nexweşiyên derhatin û cûreyên wan wiha rêz kir: “Bikaranîna avên ku çavkaniyên wan ne diyar e, dibe sedema sereke ya nexweşiyên jin zarok û giştiyê civakê. Jê nexweşiya kulbûna buhirka destava zirav, fungî û enfeksiyon sereke ne. Her wiha jinên dûcanî jî bandor dibin û dibe sedema malformasyona fetusê, heman demê rewşên ku zarok berî wextê xwe bên dinê derdikeve holê.”
Belavbûna bermahiyên şer metirsîdar e
Nalîn Yûnis sedemeke din a nexweşiyan ku ew jî têkildarî avê ye jî aşkera kir û wiha got: “Êrîşên ku herêmê hedef digre û tevlîbûna madeyên çekên kîmyewî û bermahiyên şer a li nav axê, piştre derbasbûna wê ya nav ava bin erdê re û qirêjkirina wê, krîzeke jîngehî bi xwe re tîne. Ji ber krîza avê ya tê jiyankirin, gel neçarî kolandina bîrên avê bûye ku, bi sedan bîr li herêma me ya ku 14 sal in di nav êrîşan de ye, hatine kolandin. Torên avê madeya kils girtiye û hin ji wan jî zingar girtine. Gel jî vê avê bikar tîne, ger ku krîza avê neyê çareserkirin wê xeteriyekê bi xwe re bîne. Ji ber ku bûye sedema malformasyona fetusê a zêde û zarokneanîna jinan an jî kêmbûna kîloyê zarokên nû tên dinyayê.”
Kelandina avê û danîna wê ya li bin tavê
Nalîn Yûnis di dawiyê de alternatîfên ku divê gel ji bo tenduristiya xwe pêk bînin û bikin meriyetê bi van gotinan anî ziman: “Berdana ava Elok û çemê Xabûrê, çareseriyek ku bê wê nabe ye. Lê wekî din parzûnên avê dikarin werin bikaranîn. Her wiha civak dikare bi awayekî din avê paqij bike, bi rêya kelandina avê an jî danîna wê ya li ber rojê. Ji ber tav jî gelek vîtamîn dide avê.”