Desteya Jin a Kantona Firatê: Divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê
Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyek diyar kir ku ji ber erîşên deh roj in li ser gundewarên Kobanê didomin, mercên jiyanê gelek zor bûne û diyar kir ku bi sedan koçberên ku ji Heleb û Reqayê hatine li derve radizên.
Kobanê- Desteya Jin bi daxuyaniyek li ser rewşa dawî ya kantona Firatê got ku deh roj in li pey hev, bajarê Kobanê di dorpêçê de ye ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî û komên girêdayî dewleta Tirk ve rastî êrîşan tê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber dorpçê pêdiviyên jiyanî her diçe kêm dibin û sivîlên li bajar her wiha koçberên ku ji Heleb û Reqayê hatine di mercên zor û zehmet de dijîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bajarê Kobanê ku bi rojan e di dorpêçeke giran de ye, çend roj in bê av û cereyan maye. Ev rewş bi kêmbûna pêdiviyên bingehîn, derman, oksijîn û tunebûna şîrê zarokan re dijwartir dibe û bi tunebûna cereyan, av, mazut û înternetê her diçe girantir dibe. Tevî şert û mercên dijwar û êşa gel, komên girêdayî hikûmeta demkî sivîlan topbaran dikin, duh bi şev gundê Qasimiyê hat topbarankirin û çend zarokan jiyana xwe ji dest dan, Mihemed Elawî, Sabrîn Ehmed Elawî, Îbrahîm Elawî û Cûdî Elawî jî birîndar bûn. Îro di heman demê de salvegera rizgarkirina Kobanê ye, jinan di têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng lîst û li dijî hemû astengiyan derketin.
Divê ku civaka navneteweyî bikeve tevgerê
Wekî ku em dizanin, jinên Kurd her dem li hemberî her cure tundî û kuştinê, bûne sembola berxwedanê û di berxwedana Kobanê de rêxistina terorê ya herî xeter têk birin. Îro em dibînin ku jinên Kurd bi qehremanî têdikoşin.
Em weke desteya Jin a herêma Firatê hemû cureyên bombebaran û dorpêçkirinê yên ku sivîl, zarok û jinan hedef digirin şermezar dikin. Em banga parastina gelê xwe, rêzgirtina li rûmeta mirovan dikin. Her wiha em ji civaka navneteweyî destwerdana yekser dixwazin da ku kuştin û dorpêçê rawestînin.
Em ê heta dawî parastina ax û welatê xwa bikin, jin û zarokan ji êrîşan biparezin.