Der barê Huda Kaya biryara berdanê hat dayîn

Di rûniştina Duyemîn a Doza Kobanê de ku li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, biryara berdana Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya hat dayîn.

Enqere-Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn protestokirin. Darizandina rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber van çalakiyan didome. Bi hinceta van çalakiyên protestoyî derheqê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan de doz hatibû vekirin. Yekemîn runiştina dozê li 22’emîn dadgeha ceza giran a Enereyê hat lidarxistin û siyasetmedara girtî Huda Kaya parastina xwe kir û bi parastinên parêzeran berdewam kir.

Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku amadekirina îdianameya duyemîn doza Kobanê di alî hiqûqî de mirovan matmayî dihêle û got îdianameyeke kopî bike û pêve bike ye.

Nuray Ozdogan da zanîn ku îfadeyên şahid Gul Tanriverdî yê der barê Kayayê de nayên qebûlkirin û got destê wan de tu agahî jî tunebû. Ozdoganê got bernehevkirina delîlan û gotina ‘têkilî bi 6-8’ê cotmehê heye’ tenê nêrîne û mirina 37 kesî krine alav û her tim ev hatiye bikaranîn.

Nuray Ozdogan di berdewama parastinê de da zanîn ku gumana revê ya Kayayê tune ye û divê muwekîla wê bê beratkirin û ne girtî bê darizandin.

Piştre hat  xwest ku biryara girtina muvekîlên wê Garo Paylan, Fatma Kurtulan, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar  bên rakirin.

Merciya îdiayê mutalaya xwe pêşkêş kir û daxwaza berdewamkirina girtina Kayayê kir. 

Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt biryara tahliyeya Huda Kayayê da.