‘Dema dereng serî li psîkyatrî were dayîn wê nexweşî giran bibe’
Derûnînas Naziha Silêman diyar kir ku li Libyayê gelek nexweşên ruhî hene, serî li kesên ku belgeyên wan ên tedawîkirinê tune ne didin, ev hişyarî da û got: “Ji ber ku dereng serlêdana psîkiyatrî dikin nexweşî girantir dibe.”
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Li gelek welatên Rojhilata Navîn, kesên ku fermiyeta wan a bijîjkiyê nîn e, gelek kesên ku belgeya nexweşiyên ruhî tune ye, rê û rêbazên ku zirarê didin nexweş bi kar tînin. Li Libyayê gelek kesên ku bi baweriyên olî yên mirovan dilîzin, di bin navê ‘dermankirin’ de nexweşiyên psîkyatrî ber bi xwe ve dibin û ziyanê didin gelek nexweşan.
‘Hejmara kesên diçin derûnînas gelek kêm e’
Derûnînas Nazîha Silêman der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir. Nazîha Silêman diyar kir ku hinek kesên ku nîşaneyên nexweşiyên ruhî bi wan re heye, di qonaxa yekem de serî li psîkyatrî nadin û got: “Hinek kesên hişyar dema ku nebaşbûna ruhî de hîs dikin rasterast serî li şêwirmendên derûnî didin an jî diçin gel derûnînas lê belê hejmara wan gelek kêm e.”
Nazîha Silêman destnîşan kir ku depresyon, anksiyet an jî piştî travmayê stres dikeve qada psîkyatrî û ev tişt got:
“Bi giştî bi semptomên asan û nediyar dest pê dike, em jê re dibêjin dijminê bêdeng. Hinek caran xwe bi eşkere îfade dike û semptomên cidî bi pêş dikevin. Bêaramiya derûnî gelek deman bêyî serî li dermanan bide, şêwirmendiya derûnî û mudaxeleya psîkyatrîst pêwîst e lê belê di bûyerên xirabûna ruhî de em di derûniyê de dibêjin psikoz divê teqez bijîjk mudaxle bikin. Divê derman werin girtin.”
‘Bi taybetî jin ji ber fikara ku dê gotinên nebaş ji wan re werin gotin naxwazin biçin derûnînas’
Nazîha Silêman da zanîn ku bi taybetî hinek mirovên ku bêaramiya ruhî dikşînin dibêjin ‘Nezer li min ketiye’, ‘sêr li min kirine’ serlêdana bijîjk red dikin û wiha got: “Ji ber dereng serî li psîkiyatrîst tê dayîn, nîşaneyên heyî girantir dibin. Tê asteke wisa ku neyê kontrolkirin û piştre neçar dimînin berê xwe bidin psîkiyatrîst.” Nazîha Silêman destnîşan kir ku piranî xirabûna psîkolojîk nexweşiyeke ku divê tedawiya derman jê re were kirin û wiha got: “Tedawiya ku di demên zû de were kirin dema nexweşiyê kêm dike û dema başbûnê jî zêde dike. Bi taybetî ji bo ji jinan re nebêjin ‘dîn e’ naxwazin biçin gel derûnînas. Ev gotin ne tenê ji bo Libyayê derbasdar e, di hinek bûyeran de semptom derdikevin holê. Lê belê ji ber nexweş tedawiyê nabînin, nîşaneyên derûnî bi belge zêde dibin. Piştî tedawiya zû gelek bûyerên ku baş bûne hene.”