DEM Partî peyama Abdullah Ocalan bi weşana zindî parve dike

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, ragihand ku di salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de wê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi weşana zindî bi raya giştî re bê parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, wiha hate gotin: “Di salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kir, em ê nirxandinên xwe yên li ser qonaxa heyî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, paşeroja pêvajoyê û peyama nû ya Birêz Ocalan bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin."

Hate ragihandin ku civîn wê saet di 11:00’an de li navnîşana "Yilmaz Güney Sahnesi / Çankaya - Enqere " bi rengekî zindî bê lidarxistin.