Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana rojnamgerên jin kir
Delegasyona Jinan a Navneteweyî, serdana MGK û DFG’ê kir, di serdanê de behsa zextên li ser rojnamegerên Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana Komeleya Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) kir. Endamên şandeyê ku di nav de parêzer, siyasetmedar û akademîsyen jî hene, ji aliyê seroka MKG'ê Roza Metîna, Rêvebera Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş û endama DFG'ê Gulşen Koçuk ve hatin pêşwazîkirin.
Roza Metîna der barê dema avabûna MKG’ê û armancên wê de axivî û bal kişand ser zext û tundiya giran a li hemberî rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê.