Dê DYE di 5’ê Mijdarê de ji bo hilbijartina serokomariyê biçe ser sindoqan

Hilbijartina 60’emîn Serokomariyê ku DYE wê di 5’ê Mijdarê de pêk were. Wê diyarkerên hilbijartinê li hemu eyaletan jinên ku ji bo mafê kurtajê têdikoşin bin. Hilbijêr di heman demê de wê deng bidin ‘qedexeya kurtajê’.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Bê guman yek ji rojeva ku di sala 2024’an de hemû dinyayê mijûl kir, Hilbijartina Serokomariyê ya 60’emîn e ku di 5’ê Mijdarê de li Amerîkayê bê kirin. Her ku dîroka hilbijartinê nêz dibe di serî de Rojhilata Navîn  gelek nîqaşên cuda ku ev hilbijartin şerên ku berdewam dikin dê çawa bandora xwe bike hene. Piştî Hilbijartinan êrişên Îsraîlê li ser Xezayê, bi wan êrişan re erdnîgariya Rojhilata Navîn çawa were guhertin, nîqaşên gelo dê namzetê Partiya Demokrat Kamala Harris an jî namzetê Partiya Komarî Donald Trump dê bi ser bikeve tê nîqaşkirin. Tiştek tê meraq kirin ku dê pêvajoyên pirjimar ji hêla 'serketî' ve çawa bêne meşandin. Ji alyek din ve di DYE’yê de dema jin diçin ser sindoqan dê zagona qedexeya kurtajê jî berçav derbas bikin.

Kurtaj mijareke cudakarî ye

Di anketa dawîn a ku li welat hat kirin de rêjeya dengên Kamala Harris û Donald Trump di Hilbijartina Serokomariyê de li seranserê welat ji sed 48 bû û û ev hejmar wek hev bûn. Donald Trump di pirsgirêka koçber û aborî de li pêş e, Kamala Harrîs jî di mijara demokrasî û kurtajê de li pêş e. Kurtaj ji bo hilbijartinê mijarek sereke ye, namzet di wan demên dawî de hinek rojevên xwe li ser vê mijarê ava dikin.

Du nêrînên dijber

Li dora nîvê eyaletên Dewletên Yekbûyî, di Hezîrana 2022 ‘an de, Dadgeha Bilind a 1973 Roe v. Wade piştî biryara xwe ya qedexekirina kurtajê li welat betal kir û li ser kurtajê sînor danîn. Gelek ji van qedexeyan hatine astengkirin an jî betal kirin. Kamala Harrîs dixwaze ku parastina kurtajê ya federal were vegerandin, di heman demê de Donald Trump dibêje ku qanûn divê ji hêla dewletan ve bêne destnîşankirin. Ji ber vê yekê, her du namzetan li ser mafê jinan ê kurtajê çi kirin an gotin?

Kamala Harrîs piştgirî dide mafê kurtajê

Kamala Harrîs, ji roja ku namzetiya xwe eşkere kir, piştgiriya xwe  der barê mafê kurtajê de anî ser ziman. Kamala Harrîs piştgirî dide Kongreyê ku qanûnên federal ên ku mafên kurtajê diparêze derbas dike. Kamala Harrîs berê jî li dijî zagonên ku kurtajê asteng dike derketi bû.  Kamala Harrîs li ser zagonên ku mafên dayîkbûnê diparêze dixebitî, di heman demê de pêşengiya hin rêziknameyên ku di sala 2019’an de hatine danîn kir ku dê mafê kurtajê qanûnî bike. Kamala Harrîs hema berî namzetiya xwe, erka xwe ya rêveberiyê bikar anî da ku astengên gihîştina kurtajê sivik bike. Rêveberiya Bîden-Harrîs di heman demê de piştgirî da qanûnên federal ên ku rêzikên ji bo kurtajê vedihewîne. Kamala Harrîs bal kişand ser zirara jinann û nemaze li 14 eyaletên ku kurtaj li seranserê ducaniyê an piştî şeş hefteyên ducaniyê qedexe ye. Lê em dikarin bibêjin ku li welat jin qasî ku dixwazin mafê kurtajê bi dest nexistine.

Donald Trump siyaseta dijî kurtajê pêş dixe

Di dirêjahiya serokatiya xwe de, Donald Trump randevûyên dadwerî, fonên federal û piştgirî ji bo hin komên dijî kurtajê bikar aniye da ku gihîştina kurtajê dijwartir bike. Donald Trump berê hin kampanyayên xwe yên hilbijartinê bi rê ve biribû û gotibû ku ew ê dadgerên ku piştgirîya qedexeya kurtajê dikin destnîşan bike. Donald Trump û rêveberiya wî ji destpêkê ve ji bo pejirandina qedexeyan dixebitin. Her wiha piştgiriya klînîkên ku karûbarên kurtajê pêşkêş dikin qut kir, di heman demê de bi qismî kurtaj ji çarçoveya xizmeta sîgortayê derxist. Donald Trump di heyama rêveberiya xwe ya berê de gelek polîtîkayên din ên dijî kurtajê pêş xist.

Li 10 eyaletan rêziknameya kurtajê dê were çêkirin

Di hilbijartinê de dê kî were hilbijartin hêj ne diyar e, lê ji bo vê hilbijartinê deng û beşdariya jinan girîng e. Li gorî encaman, pirsgirêka kurtajê jî dê li welat ji nû ve şêwe bigre. Ji deh mîlyon hilbijêrên li Montana, Arizona, Missouri, Nebraska, Colorado, Florida, Maryland, Nevada, New York û South Dakota dê bê pirsîn ka eyaletê wan çawa kurtajê dîzayn dikin. Li 10 eyaletan tenê eger jiyana jina ducanî di bin xetereyê de be destura kurtajê tê dayîn. Ji ber vê yekê wê ji hilbijêran jî bê xwestin ku dengê xwe bidin vê rêziknameyê.

Dê li ser pisûlayê ji dengdaran re bê pirsîn

Kurtaj li eyaletan herî zû di hefteya 12emîn de bi tundî qedexe ye. Ger kurtaj bê kirin, hin cezayên girtîgehê li jin, hevjînê wê û bijîşk tê birîn. Li gel aranjmanên li ser pusûleyên dengdanê, tê plankirin ku cureyekî referandûmê jî were kirin. Li gorî daxwaza her eyaletekî, dengdêr dê di navbera du bijardeyan de di der barê kurtajê de li ser sindoqan hilbijêrin. Dê biryarê bide ka mafên kurtajê li makezagonên eyaletan bê zêdekirin an na.

Mînak, dengdêrên Nebraska dê du pîvanên dengdanê yên dijber hebin. Yek mafê destnedana kurtajê li destûra bingehîn a eyaletê zêde bike, ya din jî qedexeya eyaletê ya 12 hefteyî bi îstîsnayan têxe makeqanûnê. Ji ber ku Nevada yek ji cihên diyarker ên hilbijartinê ye, dê li vir jî parastina destûrî were xwestin.