Dayîkên Xezayê li pey aqûbeta 11 hezar windayan: Zarokên me li ku ne?
Dayîkên windahiyên li Xezayê, di çalakiya xwe ya Roja Windahiyên Cîhanê de daxwaza eşkerekirina hezar û 200 jin û zarokan bi giştî zêdetirê 11 hezar û 200 windahiyan kirin û banga şopandina dosyayên windayan kirin.
REFÎF ESLEM
Filistîn – Saziya Windahiyên Filistînê, Tora Rêxistinên Civaka Sivîl û Tevgera Dayîkên Windahiyan a Zîvala Xezayê, îro, li ber navenda Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ya Zîvala Xezayê çalakiyek hevgirtinê li dar xistin. Gelek dayîk û xizmên kesên windahiyan beşdarî çalakiyê bûn. Li gorî organîzatoran, di çalakiyê de daxwaza piştgiriya ji malbatan re, şopandina dozên kesên winda û zelalkirina aqûbeta nêzî 3 hezar û 200 jin û zarok zêdetirî 11 hezar û 200 kesan hate kirin.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, daxwaz kirin ku hewldanên qanûnî û mirovî yên der barê kesên winda de werin çalak kirin û ev mijar wekî mijarek demsalî ya bi rojên navneteweyî ve girêdayî neyê hesibandin. Jinan, bal kişandin ser êşa berdewam a bi hezaran malbatan ku bi mehan an salan ji aqûbeta hezkiriyên xwe bêagahdar in.
‘Dayîk hêj li bendê ne’
Koordînatora Tevgera Dayîkên Windahiyan Xezayê Sanaa Avadallah, diyar kir ku malbat ji ber veşartina cenazeyên ku nasnameya wan nayê diyarkirin trajediyek mezin dijîn û der barê aqûbeta windayan de daxwaza agahiyan kir. Sanaa Avadallah, destnîşan kir ji bo şopandina dozên windayan di serî de Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bi saziyên navneteweyî re hevrêzî berdewam dike, lê malbat hêj li benda encamên berbiçav in.
‘Divê dozên windahiyan bi awayekî siyasî, qanûnî û mirovî were şopandin’
Sanaa Avadallah, xwest îdiayên girtina jin û zarokan, ji hêla saziyên navneteweyî ve werin piştrast kirin û di çarçoveya qanûna navneteweyî de werin şopandin. Sanaa Avadallah, daxwaz kir ku doza windayan bi çalakiyên salane re sînordar nebe û bi awayekî siyasî, qanûnî û mirovî bi berdewamî were şopandin.
Sanaa Avadallah, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tevgera Dayîkên Windahiyan, li Yemen, Sûriye û Iraqê beşdarî çalakiyên têkildarî dozên windayan jî dibe û daxwaz kir ku mekanîzmayên navneteweyî yên ku malbat bikaribin aqûbeta hezkiriyên xwe fêr bibin, werin çalak kirin.
‘Zarokên me li ku ne?’
Bîsan Ebû Ciyab a dayîka Kerîm Hemedê ya windabûyî, daxwaz kir ku aqûbeta windayan were eşkerekirin û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bi awayekî çalak dozê bişopîne. Bîsan Ebû Ciyab, daxwaz kir ku li ser rewşa jin û zarokên ku di dema şer de hatine girtin lêkolîn were kirin û çarenûsa wan were zelalkirin.
Bîsan Ebû Ciyab, her wiha îdia kir ku hêzên Îsraîlê jin û zarokên ji Xezayê girtine li girtîgehên veşartî digirin û li wir îşkenceya fîzîkî û derûnî, bêparhiştina bijîşkî û bêparhiştina ji xurekê tê kirin.
Bîsan Ebû Ciyab got ku hejmarên kesên winda yên ji 11 hezaran zêdetir e, tenê hejmarek e û li pişt her kesê winda malbatek heye ku bêyî zanîna aqûbeta xizmên xwe di nav bendewariyê û êşê de dijî.
Bîsan Ebû Ciyab, daxwaz kir ku komîteya şopandina karûbarên kesên winda ku ji aliyê Serokwezîrê Filistînê ve hatiye damezrandin, bê aktîvkirin û di vê dosyayê de derengmayîn neyê kirin. Bîsa Ebû Ciyab, got ku kurê wê di dema dorpêça hêzên Îsraîlê de ji mêran hatiye veqetandin û birine û diyar kir ku dema kurê wê windabûye, hêj di bin temena 17 salî de bûye.
‘Kurê min bi salane tedawî dibe’
Aliya Matar jî, behsa serpêhatiya xwe ya windabuûna kurê xwe kir û got ku piştî rojavabûna rojê me kir ku kurê min winda bûye û ji wê demê ve hewl didim cihê wî bibînim. Aliya Matar, da zanîn kurê wê nexweşiya derûnî heye û bi şîzofreniyê hatiye teşxîs kirin û salane tedawiya wî tê şopandin.
Aliya Matar, daxwaz kir ku saziyên navneteweyî û mafên mirovan çarenûsa kurê wê û kesên din ên winda ya li Xezayê lêkolîn bikin.
‘Kurê min ji bo xwarin û dar derket û êdî venegeriya’
Nîdal Hicazî jî da zanîn got kurê wê ku 17 salî bû, di 31’ê Tebaxa 2024’an de ji bo kirîna xwarin û daran çû taxa Tel El-Heva ya li rojavayê bajarê Xezayê, êdî venegeriya.
‘Aqûbeta kurê min nediyar e’
Nîdal Hicazî, diyar kir wek malbat ji demên ewil ve dest bi lêgerîna kurê xwe dikin, lê ji ber bombebarana giran û dorpêçkirina herêmê nikarîbûn bigihîjin wî. Nîdal Hicazî, diyar kir ku di dema agirbesta 60 rojî de careke din çûn herêmê, lê tenê bi cenazeyên riziyayî re rûbirû mabe û çarenûsa kurê wê hêj ne diyar e.
‘Em derbarê aqûbeta wan de benda agahiyê ne’
Nîdal Hicazî, ji saziyên navneteweyî daxwaz kir ku tekildarî aqûbeta kurê wê lêkolîn bikin û diyar bikin ka kurê wê di dema operasyonên leşkerî de hatiye kuştin an hatiye girtin. Nîdal Hicazî, got ku kurê wê û mamê wî di heman demê de winda bûn û malbat derbarê rewşa wan de hêj li benda agahiyek ne.