Dayîkên çûn pêşwaziya birîndaran: Em ê tola wan hilînin
Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd” karwanên ku tevlî seferberiya ji bo Şêx Meqsûd bibûn pêşwazî kirin. Jinên çûn pêşwaziya birîndaran gotin: “Em ê tola wan hilînin.”
Qamişlo – Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, karwanên ku ji kantona Cizîrê tevlî seferberiya ji bo piştgiriya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berê xwe dabûn Dêr Hafirê gihîşt Qamişlo pêşwazî kirin. Şêniyên Qamişlo yê ku li çerxeriya Şehîd Yûsif Gulo li benda karwanan bûn, bi çepik û dirûşman karwan pêşwazî kirin.
Jinên ku karwan pêşwazî kirin hestên xwe bi riya ajansa me anîn ziman.
‘Em ê tola şehîdan bistînin’
Ayşe Gedo êrîşên çeteyên HTŞ’ê şermezar kir û got: “Qêrîna me dayikan digihîje Şêx Meqsûd, sebir û hedana me nemaye em nizanin çi bikin. Gelek birînarên me di destên wan çeteyan de dîlgirtî ne, cenazeyên zarokên me li Şêx Meqsûd mane. Ji bo wan pakrewanên me yên ku li Şêx Meqsûd mane em ê tola wan rabikin çi bibe bila bibe. Ew çeteyên dagirker ku ev sê car in me koçber dikin em wan û êrîşên wan şermezar dikin.”
‘Em êrîşên HTŞ’ê şermezar dikin’
Sîham Letîf ji saziyên mafên mirovan daxwaza hesabxwestinê ji çeteyên HTŞ’ê kir wiha bi dawî kir: “Em xwîna şehîdên xwe tu carî li erdê nahêlin. Çeteyên HTŞ’ê sê car in şêniyên bajarê Efrînê koçber dikin zarok, jin û kalan qetil dikin. Cenazayên şervanên jin ji avahiyan davêjin erdê kîjan mafên mirovan van kiryaran qebûl dike? Em van nêzîkatiyên wan şermezar dikin û dawaza mafên wan dikin. Niha jî karwanên xwe yên ku berê xwe dabûn Dêr Hafirê tevlî seferberiyê bibûn ji bo piştgiriya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêşwazî dikin û qehremaniya wan silav dikin.”
Hesekê
Li aliyê din 35 kesên birîndar ên ji Helebê ketibûn rê jî gihîştin Hesekê. Piştî gihîştina karwanê ku ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket, 35 birîndar gihîştin nexweşxaneyên bajarê Hesekê, ji wan 6 kes gihîştin Nexweşxaneya El-Şeab li bajarê Hesekê ku 2 ji wan jinên birîndar bûn. Yên din jî rakirin Nexweşxaneya Sariya li bajarê Hesekê.