Dayikên Aştiyê stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê stûmal, kum û patîkên ku rêsandin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin re şandin.

Navenda Nûçeyan- Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya ya Şirnexê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin re şandin.
Stûmal, kum û patîkên hatine çêkirin bi rêya postaxaneya navçeyê ji Abdullah Ocalan re hatin şandin.