Dayîkên Aştiyê: Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştî ye
Dayikên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê di çarçoveya hefteya Roja Dayîkan de bi dirûşmeya “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” wê serdana partiyên siyasî yên li Enqerê bikin.
Navenda Nûçeyan – Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya hefteya Roja Dayikan de wê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin. Hevdîtin wê li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", rewşa girtiyên nexweş û daxwazên dayikan pêk were.
Di nav şandeya Dayikên Aştiyê de dê Behiye Yalçın, Afife Kartal û Müzeyyen Bütün hebin. Ayşegül Doğan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Adalet Kaya, Parlamentera Partiya DEM a Amedê bi wan re bin.
Tê payîn ku dayik serdana AKP û MHP jî bikin
Serdanên ku ji bo roja Pêncşemê, 7’ê Gulanê hatine plankirin bi vê awayî ne:
Dê di saet 14:00’an de bi Partiya Pêşerojê, saet 16:00’an bi Partiya DEVA û saet 17:00’an de bi Partiya Saadetê re hevdîtinan pêk bînin. Civînek bi CHP re dê roja Înê, 8’ê Gulanê, saet 12:00’an de were lidarxistin.
Her wiha, hate destnîşankirin ku roja Yekşemê li ber girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyên hemwext dê werin dayîn.