Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya 1090'emîn de li Qada Galatasarayê li hev civiyan û aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994'an de hatiye windakirin û qetilkirin pirsîn.
Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê bi daxwaza winda werin dîtin, kujer bên darizandin di hefteya 1090'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane domandin. Dayikên Şemiyê, rêveberên ÎHD'a Stenbolê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Besna Tosun xwend.
Besna Tosun diyar kir ku ew di çalakiya hefteya 1090'î bi bang Wezareta Karên Navxweyî yê nû Murat Çîftçî kir û wiha axivî: “Karê wezaretê, pêkanîna rêk û pêkiya giştî ye û ev jî bi parastina mafên bingehîn û azadiyan pêkan e. Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibe. Pêywira dewletê ne bêdengkirina xizmên windayan e, parastina mafê peydakirina windayan e.”
‘Piştî 15’ê Sibatê malbata wî êdî tu agahî jê negirtin’
Di berdewama axaftina xwe de Besna Tosun anî ziman ku Ridvan Korakoç ê 31salî li Stenbolê dijiya derbarê windakirina wî de ev tişt gotin: “Di nava rêxistinên çand û partiyên siyasî de cih digirt. Di sala 1994'an de bi îfadeya kesekî ji bo Ridvan Koç biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Polîs li pey Ridvan bû û ji malbata wî re gotibû ku ‘Ridvan ji me re bînin nexwe em wî li ku bibînin dê bikujin.’ Têkiliya Ridvan heta 15ê Sibata 1995an bi malbatê re berdewam kir. Lê piştî 15ê Sibatê malbata wî êdî tu agahî jê negirtin.”
‘Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta tevahî windayan bipirisin’
Besna Tosun destnîşan kir ku malbata Karakoç ji bo aqûbeta Ridvan bibîne serî li her derê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê di serdana malbatê de tu encam derneketin. Her kes heman tiştê ji malbata rê got, ‘ne li gel me ye.’ Piştî lêgerîna 110 rojan cenazeya Ridvan Karakoç ê ku îşkence lê hatiye kirin li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hat dîtin. Tevî ku malbatê Ridvan Karakoç digeriya jî, saziyên fermî cinazeya wî li Tiba Edlî rawestandin û wekî ‘nasname ne diyar e’ veşartibûn. Ev 31 sal in lêpirsînek bibandor nehat meşandin. Em di hefteya 1090an de bang berpirsiyaran dikin ku divê demildest di dosyaya Ridvan Karakoç de lêpirsînek baş were kirin. Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta tevahî windayan bipirisin.”
‘Em ji dest têkoşîna xwe bernadin’
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç axivî û diyar kir ku ev 31 sal in birayê wî winda yê û wiha got: “Ne tenê em, bi deh hezaran kes îro aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Lê dengê me nehat bihîstin. Dosya jî piştî 30 salan tê girtin. Hezar sal jî derbas bibe dê têkoşîna me berdewam bike. Em ji dest têkoşîna xwe bernadin.”
‘Ridvan her dem li cem gelê xwe bû’
Di dawiya çalakiyê de parezara Ridvan Karakoç Eren Keskîn axivî û ev tişt gotin: “Ridvan her dem li cem gelê xwe bû. Rojekî got ‘li pey min in, hekê ez te negerim bizane ku min birine.’ Rojekî negeriya me fêm kir Ridvan birine. Pergalek heye û bi vê pergalê aqûbeta kesên di binçav de tên ragirtin û hatine windakirin vedişêrin. Aqûbeta Ridvan jî wîsa bû.”
Beşdaran çalakiya piştî qûrnefîl danîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bi dawî kirin.