Li hember biryara hikûmeta demkî gelê Çelebiyê serî hilda
Şêniyên bajaroka Çelebiyê yê bajarê Kobanê li hember tayînkirina şaredarê nû nerazîbûn nîşan dan. Di heman demê hikûmeta demkî nehişt ku şênî daxuyaniyek derbarê geşadanên dawî yên li herêmê de bidin.
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê şaredarek ji bo bajaroka Çelebiyê ya bajarê Kobanê tayîn kir. Gel li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev nêzîkatî li dijî lihevkirinan e.
Bi dehan şêniyên bajaroka Çelebiyê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Şêniyan diyar kir ku tayînkirin ne li gorî peymana di navbra QSD-Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.
Xwepêşandan asteng kirin û gule teqandin
Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî hikûmeta demkî daxuyanî û xwepêşandanê asteng kirin, gule teqandin û rê nedan ku çapemenî bûyerê bişopîne.