Dayikên Şemiyê li aqubeta jinên hatine windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 989’emîn de, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li aqûbeta jinên ku di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.
Stenbol- Dayik/Mirovên Şemiyê, bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kiryar bên darizandin” cara 989’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê, wêneyên windakiriyan hilgirtin û bi qurnefîlên di destên xwe de, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
Jin nehatin jibîrkirin
Daxuyanî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ku di 21’ê Adara 1995’an de hat qetilkirin Masîde Ocak ve hat dayîn. Masîde Ocak, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir:
“Makbûle Okdem a di sala 1991’ê de li Cizîrê hat binçavkirin û piştî 18 salan hestiyên wê hatin dîtin, Ayten Ozturk a di sala 1992’yan de li Dêrsimê hat binçavkirin, 8 rojan hat îşkencekirin û dû re cenazeyê wê li nêzî Kartepeya Karşiyaka ya Xarpetê hatibû dîtinç Rida Yavûz a di 14’ê Tebax 1992’yan de, li navçeya Derika Mêrdînê bi 2 kesan re hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, Sidîka Dal a di sala 1993’yan de, li Nisêbînê ji aliyê Hizbullahê ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin, Hamîde Şarli, ya di sala 1993’yan de, li gundê Wanik/Tetwan/Bedlîsê bi birayê xwe Remezan re ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik û Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di sala 1994’an de li gundê Mîrik ê Dersimê piştî operasyona eskerî winda bûn û bi tu awayî agahî ji wan nehat girtin. Lutfiye Kaçar a di sala 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên di sala 1994’an de, li zozanê gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxasa Mûşê di dema operasyonekê de winda bûn carek din agahî ji wan nehat girtin, Ayşenûr Şîmşek di sala 1995’an de li Enqereyê hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkaleyê hat dîtin. Hatîce Şîmşek di sala 1995’an de li navçeya Bismila Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, Şukran Daş di sala 1996’an de li navçeya Rezana Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, Fahriye Mordenîz di sala 1996’an de, bi hevjînê xwe Mahmût re hat binçavkirin û piştî du salan hat zanîn ku li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye definkirin. Zozan Eren di sala 1997’an de li ser riya Pasûra Amedê bi hevjînê xwe Orhan re bi torosa spî hatin revadin û carek din agahî wan nehat girtin, Neslîhan Ûslû di sala 1998’an de, bi sê hevalên xwe re li Alaçati/Çeşme/Îzmîrê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, Konca Kurîş a di sala 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hizbûllahan ve hat revandin, îşkence lê hatibû kirin û piştî 18 mehan, cenazeyê wê di jêrzemîna vîllayeke li Merama Konyayê de hatibû dîtin, ji bîr nekir.”
‘Divê berpirsiyar bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn’
Masîde Ocak, diyar kir ku daxwazên eşkerekirina aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin û hesabpirsîna kiryaran a li pêşberî daraza adîl heta îro nehat bicîhanîn û wiha got: “Divê rastiya jinên di bin çavan de hatin windakirin, bê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Çend sal derbas dibin, bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo jinên di bin çavan de hatine windakirin bernedin.”
‘Der barê kesên mirovan dikujin de tu qedexe nayê dayîn’
Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz jî bal kişand ser ser astengkirina Meşa Şeva Femînîst a li Kolana Îstîklalê û wiha got: “Der barê kesên mirovan dikujin de tu qedexe nayê dayîn. Kiryarên hemû qetlîaman hatin berdan. Gelo jinên vê welatê layiqe mirin û zilmê tên dîtin? Ev bi giştî di pêvajoya vê hikumetê de pêk hatin. Qetlîmên jinan nayên rawestandin lê qedexeyan pêk tînin. Jin li kolanan mafên xwe dixwazin. Min dixwest walî, qeymeqam û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bên vir û van bibihîzin."
Piştre dayikên Şemiyê, qurnefîlên di destên xwe de avêtin Qada Galatasarayê û daxuyanî bi dawî bû.