Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftaya 1092'yemîn de li aqûbeta Cuneyt Aydinlar di binçavan de hat windakirin pirsîn û gotin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edalet û heqîqetê bernedin.
Navenda Nûçeyan – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1092'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê Sibata 1994’an de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Zelal Buldanê xwend.
Zelal Buldanê destnîşan kir ku ew di hefteya 1092emîn de tevî bendên polîsan ên qadê dorpêş kirine li çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Em dîsa bang dikin, divê biryara AYMyê were pêkanîn û Qada Galatasarayê bê vekirin. Di rapora Komîsyona Meclîsê de tê gotin ku biryarên AYM û DMME divê werin bicihanîn. Ev gotin aşkere ye û divê qada ku em windayên xwe bi bîrtînin were vekirin. Qedexeya ya li ser Qada Galatasarayê di heman demê de qedexeya li ser şîna malbatên windayan e jî. Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê rakirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Zelal Buldanê anî ziman ku ew di hefteya 1092'yan de li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye winda kirin dipirsin û wiha axivî: “Cuneyt Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 20'ê Sibata 1994'an de seat nêzî 13.00'an ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. 7 rojan bi awayekî veşartî di binçav de hat ragirtin. Di 27ê Sibatê de qeyda wî ya binçavkirinê hat çêkirin lê navê wî di nav kesên ku sewqî dadgehê hatibû kirin de tune bû. Di lêpirsîna malbata Cuneyt de polîsan got ku ‘di 28ê Sibata 1994an de reviya ye.’ Lê kesên ku di binçav de gotin ku ‘Cuneyt heta 2ê Adara 1994an li gel me bû.’ Polîsan îşkence li Cuneyt Aydinlar kirine û wî bi gotina “Tu amadeyi, biçî mirin ê?’ ew birine.”
Birayê Cuneyt Aydinlar Emrah Aydinlar jî derbarê aqûbeta birayê xwe de axivî û wiha got: “Cuneyt di sala 1994'an de hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Berî werin Cuneyt bibin, Cuneyt got hevalê xwe ‘Rûyê min bişo, ez ê bi serbilindî derkevim li pêşiya wan.’ Ew gotin gelek balkeş e. Cuneyt tu carî serî li hemberî wan netewand. Îro salvegera banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Bi vê bangê pêvajo dest pê kir. Em jî bang dikin ku divê li aqûbeta kesên hatine windakirin divê were aşkerekirin.”
Çalakî bi danîna qurnefîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.