Dayika Uveyş li Mexmûrê hat bibîr anîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 32’yemîn a wefata xwe de bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ve bi daxuyaniyekê hate bibîranîn.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ve dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 32’yemîn a wefata xwe de bi daxuyaniyekê hate bibîranîn.
Daxuyanî li Parqa Dayika Uveyş bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sarya Marînos axivî.
Sarya Marînos di destpêka axaftina xwe de li ser Dayika Uveyş axivî û wiha got: “Em xwedan Dayikeke wisa ne ku ewladekî wek Rêbertî aniye dinya yê em pir bi şansin. Dayika Uveyş Rêbertî bi fikrekî azad, pakij perwerdekir û mezinkir ku roja me ya îro bû ye hêviya gelê Kurd û giştî gelên bindest.”
‘Dayika Uveyş jineke berxwedêr û hêz bû’
Sarya Marînos balkişand li ser berxwedêriya dayika Uveyş û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayika Uveyş jineke berxwedêr û hêz bû. Dayikeke wisa bû ku tolhilder bû û tu carî jî bindestî qebul nedikir. Em jî wek şopdarên Dayika Uveyş pêwîste têkoşîna wê ji xwe re mînak bigirin. Em wek jin deyndarê Dayika Uveyş in. Wek jinên Wargeha Mexmûrê ji bo ku em Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin pêwîste her tim di nava tekoşînê de bin û em tu carî jî keda Dayika Uveyş bîrnakin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê jinan li Parqa Dayika Uveyş ji bo bîranîna Dayika Uvêyş gul çandin.