Dayika Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz ji nexweşxaneyê hat derxistin

Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz piştî emeliyata lingê xwe ji nexweşxaneyê hat derxistin.

Îzmîr – Dayika yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, Zeynep Cansiz a 88 salî, di şeva 10'ê Gulanê de hestiyê lingê wê şikest û di heman şevê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çigliyê. 

Zeynep Cansiz a ku li wir emeliyat bû, piştî emeliyata serkeftî hat derxistin.