Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê
Dayika Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Zeynep Cansiz (88), dayika Sakîne Cansiz, yek ji damezrînerên PKK'ê ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hate qetilkirin, duh êvarê ket û hestiyê kulîmeka wê şikest.
Zeynep Cansiz, ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê, rewşa wê giran e û tê payîn ku di rojên pêş de were emeliyatkirin.