Meclîsa Îştar: Bêyî azadiya jinê civak azad û demokratîk nabe

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de daxuyaniyek da û banga xurtkirina yekîtiya jinan kir.

Mexmûr – Daxuyaniya Meclîsa Îştar bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên jinan kir ku li hemberî êrîşên li ser jinan yekîtiya xwe xurt bikin.

Daxuyaniya ku li ber deriyê Meclîsa Îştar û bi beşdariya endamên meclîsê hate dayîn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Îştar Mizgîn Kara daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê dirûşmeyeke protestoyê ye; ew perspektîfeke siyasî û civakî ye ku jinê dike bingeha civakeke demokratîk, azad û wekhev.

‘Hemû kiryarên li ser jinan wê bibin sedema têkoşîneke mezintir’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev şoreş bi hêza jinan bûye nîşana berxwedanê ya li hemberî zordarî, cudakarî û hemû cureyên bindestiyê. Mizgîn Kara axaftina xwe wiha domand:

“Jin di vê têkoşînê de ne tenê beşdar in, di gelek waran de pêşengiya wê dikin. Li hemberî pergala mêr-dewlet, siyaseta şer, dagirkerî û qirkirina jin û civakê, jin têkoşîna hebûnê û parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin. Parastina hebûn û îradeya azad, bi têkoşîneke radîkal û bi rihekî hevpar wê bi ser bikeve. Li hemberî aqlê ku qetilkirina jinê rewa û wekî mafekî dibîne, pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurt û rêxistinkirî heye.”

Mizgîn wiha pê de çû: “Civakek ku jin tê de azad û wekhev nebe, nikare azad û demokratîk be. Ji ber wê yekê, têkoşîna ji bo mafên jinan, di heman demê de têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk û wekhev e. Hemû êrîş û kiryarên li ser jinan wê bibin sedema têkoşîneke mezintir a rizgariyê.”

‘Guhertina rast bi guhertina zîhniyetê çêdibe’

Meclîsa Îştar di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev şoreş dê bibe ronesansa Rojhilata Navîn a serdema nû. Mizgînê gotinên xwe wiha berdewam kir:

“Di salvegera şoreşê de pêwîst e xwedîderketin û beşdariyeke ji her demê zêdetir çêbibe. Guhertina rast tenê bi guhertina kesan an qanûnan pêk nayê; pêwîstî bi guhertina zîhniyetê, têkiliyên desthilatdariyê û rêxistina civakê heye. Ji bo vê yekê, rêxistinkirina jinan, xweseriya wan û beşdariya wan a di hemû qadên jiyanê de girîng e. Em dixwazin vê rêbazê bihêztir bikin û dengê jinan, ciwanan û hemû kesên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin, bilind bikin.”

Banga Têkoşînê

Bi van gotinan Mizgîn daxuyanî bi dawî kir: “Di vê salvegerê de em bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên jinan, ciwan û civakê dikin ku li hemberî hemû cureyên zordarî û bindestiyê yekitiya xwe bihêz bikin û ji bo jiyaneke azad, wekhev û birûmet têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.