Dayîka Aştiyê Zekiye Ayhan spartin axê
Dayîka Aştiyê Zekiye Ayhan li ser wasiyeta xwe li gel kurê wê yê siyasetmedar Îbrahîm Ayhan bi destmalên kesk, sor û zer hat definkirin.

Riha – Dayîka Aştiyê Zekiye Ayhan a 74 salî li navçeya Sêwrega Rihayê qezaya trafîkê derbas kir, duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê Zekiye Ayhan anîn Goristana Asrî ya Sêwregê, Dayîkên Aştiyê bi desmalên kesk, sor û zer û laçikên spî yên ku sembola aştiyê ne, darbest pêçan. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê dayîka Zekiye li Goristana Nato hat definkirin.
Di merasîma cenaze de Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Rihayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Civakî yên Riha, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Riha û navçeyên Amedê û li Riha, Amed û Semsûrê jî bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn.
Cenazeyê Zekiye Ayhan li ser milên Dayîkên Aştiyê birin heta ba gora parlamenter Îbrahîm Ayhan. Dema ku li kêleka gora kurê wê Îbrahîm Ayhan hat definkirin, li gorî wesiyeta Zekiye Ayhan destmalên kesk, sor û zer a ku ala Kurdistanê temsîl dike, li ser gora wê danîn.
‘Bila aştî soza me ya ji bo hemû dayîkan be’
Dayîka Aştiyê Meyaser Korkmaz di merasîma cenaze de axivî û got: “Dayîka Zekiye ji bo aştiyê têkoşîneke mezin da û di vê oxirê de du ewladên xwe da. Hesreta wê hesreta me ye. Bila aştî soza me ya ji bo hemû dayîkan be.”
Şîna Zekiye Ayhan li Mala Şînê ya Cûma Polat a li Taxa 41 Evlerê ya Sêwregê hat danîn.
Zekiye Ayhan kî ye?
Keça Zekiye Ayhan a bi navê Yildiz Ayhan (Zekiye) di sala 1991’an de di 19 saliya xwe de tevli refên têkoşîna azadiyê bû û navê dayîka xwe li xwe kir. Zekiye Ayhan, 14 sal piştre hîn bû ku keça wê di sala 1995’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye û di sala 2009’an de şîn danî. Zekiye Ayhan, dayîka siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan e ku di 20’ê Îlona 2018’an de li bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.