Daxwazên jinên Mexrîbî li ser maseya danûstandinan

Parêzer Ayşe Kelaa pêdiviya malbata Mexrîbî bi qanûnek li ser bingeha wekhevî, rûmet û berjewendiyên çêtirîn ên zarokan tekez dike û dibêje: ”Paşguhkirina nirxa aborî ya karê navmalî, zîhniyetên kevneşopî nîşan dide.”

RECA XEYRET

Mexrîb – Wekî her sal, dema Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî tê, hin daxwazên tevgera mafên jinan û mirovan a Mexrîbî derdikevin pêş. Di warê mafên jinan de çi bi dest ketiye? Û çawa dikare leza bihêzkirina aborî ya jinan were zêdekirin? Ji ber ku ew yekane garantiya serxwebûn û azadiya wan e?
Di hevpeyvînekê bi ajansa me re de, çalakvan û parêzer Ayşe Kelaa tekez kir ku bihêzkirina aborî ya jinan, bi planên ku ji hêla hikûmetê ve têne danîn nikare bi ser bikeve. Ayşe got, lê belê bi rêbazek berfireh ji bo pêşvebirina mafên jinan ve girêdayî ye. Ji ber ku bidestxistina wekheviyê û mîsogerkirina rûmetê bi têkoşîna li dijî xizanî û tundiya di nav jinan de û derxistina qanûnên ku mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û jîngehê yên jinan garantî dikin.

*Hûn kêmbûna berbiçav a maf û azadiyan li Mexrîbê çawa dinirxînin? Bi berçavgirtina çalakvan û rojnamevanan û fikarên zêde yên ku ev yek derdixe holê hûn çi dibêjin?

Bêguman Mexrîb ji guhertineke kûr a siyasî û qanûnî derbas bûye. Bi taybetî ji dema Hikûmeta Cûda bi serokatiya Ebd El-Ruhman El-Yûsifî û bi Komîsyona Wekhevî û Lihevhatinê ku Qiral Mihemedê VI. daxwaza avakirina wê kir da ku rûpel ji rabirdûyê were vekirin. Di hin awayên xwepêşandanên giştî de dibe ku hin rewşên îstismara desthilatdariyê çêbin jî, ev yek di derbarê sînorên bikaranîna azadiya ramanê û mafê xwepêşandanê de pirsan derdixe holê.
Avakirina baweriyê di navbera sazî û civakê de, her wiha berfirehkirina qadên diyalogê û mîsogerkirina şert û mercên ji bo bikaranîna mafên sivîl û siyasî bi awayekî hevseng, ji bilî nirxandina qanûnan da ku welatî bikaribin mafê xwe yê xwepêşandanê bi awayekî rewa û rêxistinkirî bi kar bînin, dihewîne.
Hêviyên sereke yên tevgera mafên mirovan û mafên jinan derbarê guhertina çaverêkirî ya Qanûna

*Malbatê ku bi Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî re hevdem e, çi ne?

Tevgera jinên demokratîk, her wiha civaka Mexrîbî, bi tevahî li benda derxistina Qanûna Malbatê ye. Piştî nirxandinek berfireh li ser bingeha prensîbên Destûra Bingehîn a 2011’an ku wekhevî, ne-cudakarî û şîrovekirina vekirî destnîşan dike.

Ji ber girîngiya Qanûna Malbatê wekî metnek çarçove ji bo hemû qanûnên têkildarî garantîkirina mafên jinan li gorî erkên navneteweyî yên Mexrîbê, veguherînên aborî û civakî yên ku malbatên Mexrîbî pê re rû bi rû dimînin, pêdivî bi nirxandinek berfireh a Qanûna Malbatê dikin. Pêwîstiya ku rêzê li wekheviyê bigire û ji hin têgeh û bendên ku ji hêla rastiya jin û malbatên Mexrîbî ve hatine guhertin, dûr bikeve.
Piştî rêbaza beşdarbûnê ya ku ji hêla saziya ku bi nirxandina qanûnê hatiye erkdarkirin ve hatî pejirandin, Tevgera Jinên Demokratîk li benda bersivên ku li gorî destûra bingehîn a Padîşahiyê ne li ser gelek mijaran e. Di nav wan de: mafê jinê yê wesayeta qanûnî ya li ser zarokên xwe yên temenbiçûk, zewaca temen biçûkan, dabeşkirina mal û milkên ku di dema têkiliya zewacê de hatine bidestxistin, rakirina zarokan ji wesayeta dayîka xwedîkirî piştî zewaca wê, dayîna mafê zarokan ku bi bavên xwe yên biyolojîk ve girêdayî bin û ji nû ve nirxandina pergala mîratê hene. Bi taybetî di derbarê mîrasên agnîkî û mîrateyan de, ku bi giranî li ser bingeha aqilmendiya dadwerî ne.

Betalkirina Fona Hevgirtinê ji bo mafên jinan paşketinek mezin bû. Ji ber rola wê di dabînkirina piştgiriyê ji bo hin jinên berdayî de. Sedemên vê betalkirinê çi bûn û bandorek çawa li ser malbatê kir?
Di sala 2010’an de, qanûna têkildarî diyarkirina merc û prosedurên sûdwergirtina ji Fona Hevgirtina Malbatê li gorî Qanûna Hejmar 41.10 hate derxistin. Ew mekanîzma piştî salan sepandina Qanûna Malbatê hate afirandin. Ew zehmetiyên di garantîkirina mafên jin û zarokan de di derbarê bicîhanîna biryarên dadgehê yên li ser nefeqê de eşkere kir.

Ev fon ji bo piştgiriya komên bi taybetî di nav de jinên xizan, dayîkên bêparastin ên berdayî û zarokên di bin çavdêrî an wesayetê de, hatibû armanckirin. Tevî tevliheviyên prosedurî yên ku gihîştina van koman bo veqetandinên wê sînordar dikirin, mekanîzmayek girîng a qanûnî û civakî temsîl dikir. Ji bo mîsogerkirina astek aramiya malbatê di rewşên ku biryarên dadgehê yên derbarê nefesê de nayên bicîhanîn.

Lê belê ji sala 2023’yan vir ve, çarçoveya yasayî ya ku vê fonê birêve dibe hatiye betalkirin û kategoriyên sûdmend ji nû ve di nav saziya berpirsiyar a piştgiriya civakî de hatine entegrekirin. Mîna ku di Rojnameya Fermî ya Hejmar 7253-20 ya 4’ê Kanûna Pêşîn a 2023’an de hatiye weşandin.
Bi vê tedbîrê, hikûmeta heyî ji her nêzîkatiyek maf-esas dûr dikeve û dewleta civakî ji bilî sloganek hilbijartinê tiştek din nîne ku ew radike. Lê rastî berevajî vê yekê dibêje. Ji ber ku bêparkirina komên hedefgirtî ji vê fonê li dilê têgeha dewleta civakî dixe û nebûna vîzyonek zelal a hikûmetê di mijûlbûna bi rewşa komên lawaz ên civakê de, bi taybetî jin û zarokan. Ew nekarîn biryarên dadgehê yên ku ji bo karanîna mafên xwe yên qanûnî hatine dayîn bicîh bînin, piştrast dike. Ji ber ku ew wan ji van mafan bêpar dike da ku wan di nav komên din de di çarçoveya projeya parastina civakî de sînordar bike. Ev du pirsgirêkên cûda ne ku divê bi du nêzîkatiyên cûda werin çareserkirin.

*Hin rêxistinan banga nirxandina karên navmalî wekî celebek "aboriya lênêrînê" kirine. Encama vê daxwazê dê çi be?

Amarên cîhanî nîşan didin ku jin ji sedî 76 zêdetir, karê lênêrînê yê bêpere dikin. Komîsyona Bilind a Plankirinê piştrast kir ku jinên Mexrîbî rojane nêzî 4 saet û 46 deqeyan ji bo karên malê xerc dikin û nirxa aborî ya vî karê jinan, dighêje 513 milyar dîrhemî.

Têkçûna berdewam a di naskirina nirxa aborî ya karê navmalî de hê jî hilbijartinek siyasî ye, ku ji hêla hişmendiyek ve tê rêvebirin ku rolên malbatî yên kevneşopî didomîne û wêneyên stereotîpîk ên jinan xurt dike. Ev, şîdeta aborî ya li dijî jinan pêk tîne. Nirxandina karê navmalî wek ferzek mafên mirovan polîtîkayek neteweyî hewce dike ku aliyên qanûnî û sazûmanî di nav xwe de bigire. Digel kampanyayên hişyariyê ji bo guhertina temsîlên civakî yên stereotîpîk ên jinan bi rêya medyayê û hemû saziyên civakîbûnê. Berî her tiştî, ev hewldan ji siyasetmedaran îradeyek siyasî dixwaze, ku ji hêla vîzyonek li ser bingeha mafan ve tê rêvebirin ku ji hêla destûrek ve hatî çarçovekirin ku wekhevî û ne-cudakariyê destnîşan dike.

*Hikûmetê çend destpêşxerî û bername ji bo bihêzkirina jinên Mexrîbî ji aliyê aborî ve dane destpêkirin, lê rastî nîşan nade ku armancên van bernameyan bi dest ketine. Hûn vê rewşê çawa dibînin?

Tevî guhertina rewşa jinan di asta siyasî de, hê jî bihêzkirina wan a aborî bi çend astengiyan re rûbirû ye ku aliyên siyasî, aborî û civakî-çandî di nav hev de digihîjin hev.

Bi vê rewşê, beşdariya jinan di aboriya neteweyî de lawaz dimîne, ji sedî 20 derbas nabe. Bêyî ku behsa newekheviyên herêmî bê kirin ku jinên gundan di gihîştina xizmetên bingehîn û perwerdê de bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Bi tenê bi planên ku ji hêla hikûmetê ve hatine amadekirin, bihêzkirina aborî ya jinan nikare bi ser bikeve. Lê pêdivî bi nêzîkatiyek berfireh a ji bo pêşvebirina mafên jinan heye.
Bidestxistina wekheviyê û mîsogerkirina rûmetê di nav dewletek xizmetê de bi têkoşîna li dijî xizanî û tundiya li dijî jinan û derxistina qanûnên ku mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û jîngehê yên jinan garantî dikin ve girêdayî ye.

Her çiqas Destûra Bingehîn a 2011’an çarçoveya giştî ji bo pêkanîna reformên yasayî û sazûmanî ji bo aktîvkirina wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî her cûre cudakariya li dijî jin û jinên ciwan danîbe jî û tevî hemû planên ku di vî warî de hatine danîn jî, bandora wan li ser rastiya jinan, bi taybetî di asta aborî de, hîn jî qels e. Ev yek bo nimûne, bi gihîştina qels a jin û keçan bo peymanên giştî, her wiha qelsiya planên pêşkeftina herêmî yên ku bernameyên bersivdayî yên zayendî hene, diyar e.

Ji ber hevgirtina çend faktorên ku rê li ber beşdarbûna jinan a di pêşketinê de digirin, derbaskirina vê rewşê û xurtkirina hewildanên ji bo wekheviya zayendî ji bo Mexrîbê ferz dike ku polîtîkayên yekgirtî û berfireh ji bo bidestxistina armancên pêşketinê qebûl bike.