Delal EL-Haşimî: Divê di destûra Sûriyeyê de zimanê Kurdî bê qebûlkirin

Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser gîringiya parastina zimanê dayîkê axivî û got ku divê di destura Sûriyeyê de zimanê Kurdî bê qebûlkirin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – SZK ji dema ku di sala 2007’an de hat damezrandin ve heta niha, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li ser bingeha girîngiya zimanê dayîkê wekî bingeha nasname û bîra çandî ya gelekî, ji bo vejandin û parastina zimanê Kurdî bi riya pêşxistina statû û belavkirina ziman di nava nifşên nû de dixebite. Zimanê dayîkê bingeha nasname û bîra çandî ya neteweyek e.  Zimanê Kurdî îro weke sembola nasname, aîdiyet û mafeke bingehîn e ji bo parastina dîrok û çanda gelê Kurd û veguhestina wê ji nifşên pêşerojê re derdikeve pêş.

Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser gîringiya parastina zimanê dayîkê ji ajansa me re axivî.

Delal EL-Haşimî diyar kir ku SZK ji sala 2007’an ve hatiye damezirandin û wiha got: “Saziya Zimanê Kurdî (SZK) beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin. Di wê demê de SZK’ê kar û xebatên xwe bi awayekî veşartî dimeşand. Ji ber ku rejîma Baasê zimanê Kurdî qedexe kiribû. Sîstema rejîma Baasê li ser bingeha yek al, yek netew, yek ziman û yek ol bû. Di bin siya vê sîstemê de rejîmê kar û xebatên xwe dikir.”

‘Mamosteyên rejîma Baasê nedixwestin li dibistanan bi zimanê Kurdî ders were dayîn’

Delal EL-Haşimî da zanîn ku dema bi zimanê Kurdî li dibistanan ders hat dayîn, mamosteyan bi dil û can, bi awayekî canbexş xwendekaran perwerde dikirin û wiha domand: “Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, mamosteyên zimanê Kurdî kar û xebatên xwe di bin navê (SZK) de destpê kirin û hat pêşkêşkirin. Di wê demê de mamosteyên rejîma Baasê nedixwestin bi zimanê Kurdî ders li dibistanan were dayîn lê belê me bi zimanê Kurdî li dibistanan ders da bi vî rengî li bajarê Qamişloyê perwerdeya ziman li taxan, yek bi yek dihat meşandin. Di wê demê de hejmara mamosteyan kêm bû, li her taxê nêzî şêst mamoste hebûn. Deriyê dibistanan li ber gel vekirî bûn ji bo ku ferî zimanî Kurdî bibin.”

‘Dema ku me li dibistanan dest bi dersan kir mamosteyên rejîmê xwe vekişandin’

Delal EL-Haşimî detnîşan kir ku piştî avakirina zanîngehan derfet çêbû ku mamoste dest bi masterê bikin û wiha berdewam kir: “Di sala 2015’an de peymangeh hatin vekirin, koman du salan di peymangehê de perwerdeyên xwe didîtin. Dema ku me li dibistana dest bi dersan kir, mamosteyên rejîmê xwe vekişandin. Bi vekirina Zanîngeha Rojava re, derfet ji mamosteyan re çêbû ku xwendina xwe berdewam bikin.”

‘Ji bo entegreya perwerdeya bi zimanê Kurdî kar û xebat tên meşandin’

Delal EL-Haşimî diyar kir ku ji bo zimanê Kurdî bi awayekî fermî di destûra Sûriyeyê ya nû de bê qebûlkirin rojane mamoste û xwendekar çalakiyan li dar dixin. Delal El-Haşimî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina hikumeta demkî re li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya entegrasyonê destpê kir. Her wiha ji bo entegreya bi zimanê Kurdî re hewldan hene, kar û xebat tên meşandin. Bi boneya cejna zimanê Kurdî, ez vê rojê li hemû xwendekar, mamoste karmend û hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz dikim. Pêwîst e zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî were qebûlkirin.”