Daxwaz heman bû: Divê Komara Îslamî hilweşe

Di dema ku çalakiyên xwepêşandanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi mezinbûnê didomin, çalakvana mafên mirovan Sholeh Zamini bal kişand ser zêdebûna qirkirinan û got: “Li her derê daxwaza hevpar a ku tê gotin heman e: Komara Îslamî here.”

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hê jî didomin û ev pêvajo ji gelek aliyan ve divê bê nirxandin. Bi taybetî di çarçoveya mafên mirovan de girîngiyeke mezin digire, ev mijar bersivên welatên cuda yên cîhanê yên li hemberî xwepêşandanan û helwesta civaka navneteweyî jî dihewîne. Helwesta Donald Trump a ku berê gelek caran gel gazî xwepêşandanan kiribû, lê îro bi temamî nêzîkatiyeke cuda û nû nîşan dide, vê nakokiyê hê bêtir xuya dike.

Helwest û daxwazên wiha, Komara Îslamî ber bi rêbazên tundtir ve birine; deriyê tepeserkirina xwepêşandanan bi gotina “terorîzmê” vebûye. Di encamê de li kolanên Îranê di kuştina xwepêşandêr de zêdebûneke giran çêbûye, lê bersiva civaka navneteweyî bi giştî bi bêdengî û bêeleqeyiyê sînordar maye.

Çalakvana mafên mirovan Sholeh Zamini di vê pêvajoyê de bersiva pirsên ajansa me yên li ser sedem û encamên serhildana li Îranê da.

*Hûn protesto û daxwazên xwepêşandêran çawa dinirxînin? Hûn li ser îstîsmarkirina van daxwazên rewa ji aliyê hin kom, tevger û hikûmetan ve çi difikirin?

Dema em li gelê Îranê dinêrin, em dibînin ku daxwazên xwe bi sloganên xwe û bi hebûna xwe ya girseyî li kolanan bi awayekî zelal derdixin holê. Gel mafên wekhev dixwaze. Piştî kuştina Jîna Emînî di sala 2022’an de, ji bakurê welêt heta başûr, ji rojhilat heta rojava mirov derketin kolanan û nerazîbûnên xwe bi hêz anîn ziman.

Di vê pêvajoyê de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn û hin jî bi seqetiyên daîmî re rû bi rû man. Hemû van bedelan tenê ji bo ku slogana “Jin Jiyan Azadî” di pratîkê de bê pêkanîn, hatin dayîn.

Peyama gel pir zelal e: “Em vê hikûmetê naxwazin.” Ji ber ku rêveberiya heyî ne tenê nikare ji jinan re wekhevî û azadiyê bîne, nikare ji hemwelatiyên xwe re jiyaneke mirovane û normal jî peyda bike. Gelê Îranê baş dizane çi dixwaze û îro daxwaza wî ya herî bingehîn, îstifaya Komara Îslamî ye.

Li hemberî vê yekê Komara Îslamî bi kuştin û zextên giran bersiv da; mirov bi zor û şidetê şandin malên wan, gelek kes girtin û cezayên giran, di nav de cezayê mirinê jî, sepandin. Îro jî em şahidê vê yekê ne ku piştî krîzên aboriyê protesto dîsa geş bûne. Esnafên bazarê û karkeran li hemberî bêîstiqrariya pere û nebûna rêveberiyeke bazarê ya pêbawer grev lidar xistin.

Lê zext dîsa dereng neman. Di roja duyemîn a grevê de li xwepêşandêr hate gulebarankirin, gelek kes birîndar bûn. Lê belê hejmara kesên ku cesaret dikin li ser van zextan biaxivin kêm dibe; ji ber ku iklîma tirsê bi awayekî bi plan li civakê tê ferzkirin.

Komara Îslamî hewl dide gelê Îranê bi tirs û şidetê di bin kontrolê de bigire. Lê xwepêşandanên bazarê di demeke kurt de bûn xwepêşandanên ku li seranserê welêt belav bûn. Ji bajarokên biçûk heta metropolên mezin, li her derê daxwaza hevpar a ku tê gotin heman e: Komara Îslamî here.

Ya ku îro gelê Îranê li dora hev kom dike rastiya bingehîn ev e: Piraniya mezin a gel êdî vê rejîmê naxwaze. Di pratîkê de piştgirên Komara Îslamî tenê hêzên pereyî û derdorên berjewendiyên girêdayî rejîmê ne. Jiyana van kesan û îmtiyazên wan bi berdewamiya sîstemê ve girêdayî ye; hebûna xwe jî li ser xwîn û êşa gel ava kirine.

Ev hikûmetê bi salan e meşrûtiyeta xwe winda kiriye û gel jî bi salan e derdikeve kolanan û bi dengekî bilind û zelal daxwaza “Komara Îslamî naxwazin” dike. Lê mixabin, ji ber polîtîkayên bi plan û bi armanc ên hikûmetê, van çalakiyên nû yên gel jî dîsa bi şidetê hatin tepisandin. Piştî derketina girseyî ya gel a kolanan, hêzên zextê bi awayekî bi heman rêbazên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bi guleyên nêçîrê gule reşandin.

Van êrişan ne ji bo belavkirina kombûnan an dûrxistina mirovên ji “qadên stratejîk” ne; armanc kor kirin, birîndarkirina giran, seqetkirin û heta kuştina xwepêşandêr bû. Armanc, bi tirsê mirov bêhêz kirin û ji kolanan, ji mafê xwe yê herî bingehîn ê protestokirinê dûr xistin bû.

Îro em bi pêlek sûcên mezin û rêxistinkirî re rû bi rû ne. Hin çavkaniyan hejmara kuştiyan di navbera 12 heta 20 hezarî de nîşan didin, dane yên teyîdkirî jî hene. Mînak, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta îro mirina bi kêmani 3 hezar û 400 kesan belge kiriye. Herwiha rapor hene ku tenê li nexweşxaneyekê zêdetirî 400 kesan çavê wan hatiye derxistin. Digel vê yekê em şahidê girtina doktorên ku alîkariya birîndaran dikin û êrişên rasterast ên hêzên ewlehiyê li nexweşxaneyan in.

Li vir pirs a bingehîn ev e: Ev sûcên ewqas mezin û rêxistinkirî çawa dikarin di asta navneteweyî de bên rojevê? Hin welatan berê eşkere gotibûn ku ger xwepêşandêr bên kuştin divê Komara Îslamî berpirsiyar bê dîtin. Lê îro ti nîşana mekanîzmaya berpirsiyariya siyasî an hiqûqî ya bi vî awayî nayê dîtin.

*Bêdengiya civaka navneteweyî û bêçalaktiya wê çawa tê şîrovekirin? Ev bêeleqeyî çawa zemînê ji berdewamiya sûcên li dijî mirovahiyê re amade dike?

Tiştên ku Komara Îslamî îro dike, bi eşkereyî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne û ti şîroveyeke din tune ye. Li wir qirkirineke gel heye. Komara Îslamî li platformên navneteweyî û bi rêya medyaya fermî hewl dide xwepêşandêr weke “terorîst” nîşan bide, lê ev gotin bi rastiyan re li hev nakin. Bi rastî Komiserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî eşkere gotiye ku tew di nav girseyê de kesên bi awayekî tund kar bikin jî hebin, piraniya xwepêşandêr sivîlên asayî ne; gulebarankirina sivîlan di ti şertî de nayê meşrûkirin. Xwepêşandanên aştiyane an şewitandina çopê yên takekesî jî nikarin bibin sedema gulebarankirina bi armanca kuştinê.

Tiştên qewimîn ne pêvajoyeke zextê ya tesadufî ye. Komara Îslamî ev qirkirin berê plankiriye, bi awayekî sîstematîk û bi polîtîkaya şidetê ya bi plan pêk aniye. Van kirinan ji bilî sûcên li dijî mirovahiyê ti navekî din tune. Hikûmet hewl dide van sûcan bi gotina “têkoşîna li dijî terorê” meşrû bike, lê rastî ji bo raya giştî ya navneteweyî zelal in.

Her çend nerîna berbelav ev be ku civaka navneteweyî bi giştî bêçalak maye jî, hin bersivên sînordar jî derketine holê. Gelek welatan balyozên Komara Îslamî gazî wezareta karên derve kirine, Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civînek li ser rewşa Îranê lidar xistiye. Parêzvanên mafên mirovan jî ji bo lidarxistina civîneke awarte ya Encûmena Mafên Mirovan a NY’ê hewldanan dikin.

Raportorê Taybet ê NY’ê yê li ser rewşa mafên mirovan li Îranê, ji roja yekemîn a grevan ve pêvajoyê bi ciddî dişopîne. Di dema betlaneya sala nû de jî tê gotin ku mekanîzmayên têkildar ên di bin sîwana NY’ê de xebatên xwe didomînin. Herwiha Komîsyona Lêkolîna Rastiyan a Serbixwe ya NY’ê, berê ragihandibû ku tepisandina xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” sûcên li dijî mirovahiyê ne; hê jî belge, wêne û şahidan berhev dike.

Armanca sereke ya qutkirina înternetê bi awayekî berfireh, komkirina alavên satelîtê û êrişên li ser navendan zelal e: Astengkirina gihîştina belge û delîlên vê qirkirinê ji raya giştî re. Lê tevî hemû astengiyan jî vîdeo û şahidiyên eşkere tên weşandin. Gel bi çavên xwe dîtiye ku kesên gule reşandine ne “terorîst” in, bizzat hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ne.

Komara Îslamî ya Îranê bi salan e bi derewan û xirabkirina rastiyan re alışkî ye. Her sûcê ku plan dike an dike, bi awayekî sîstematîk hewl dide bide ser muhalefetê. Ji êrişên bi çekên sar heta operasyonên leşkerî yên rêxistinkirî, di her halî de rola xwe veşartiye. Lê îro ev rastî hem ji bo gelê Îranê hem jî ji bo civaka navneteweyî eşkere ye.

Di encamê de, berpirsiyara rasterast a van hemû kuştinan Komara Îslamî ye. Îro dibe ku ji hesabdana xwe bireve, lê sibê wê neçar bimîne li hemberî gelê Îranê hesab bide.

Mijareke pir girîng a ku divê bê nirxandin, nûçeyên li ser ketina muhtemel a unsûrên girêdayî Hêzên Seferberiya Gel (PHG) bo Îranê ye. Ger hêzên wekîl ên Komara Îslamî di kirinên wekî zextkirin û kuştina gelê Îranê de rolekê bilîzin, pirs ev e: Çawa dikarin ev aktor bên berpirsiyarkirin û ji bo darizandina van sûcan kîjan mekanîzmayên navneteweyî hene? Dema em dihesibînin ku ev kirin bi eşkereyî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne û ne tenê bi Îranê sînordar in, li herêmên cuda yên Rojhilata Navîn jî dubare dibin, tê çaverêkirin ku mekanîzmayên bi bandor û karûbar ji bo berpirskirina berpirsan hebin. Lê heta îro tabloya ku tê dîtin, ji bilî daxuyanî û şermezarkirinên devkî, bi giştî ji berpirsiyariyeke rastîn û pratîk dûr e. Nirxandina we ya li ser vê rewşê çi ye?

Gotina ku civaka navneteweyî tenê poşmaniyê îfade dike ne rast e. Îro gelek kes xwedî vê nêrînê ne jî, meyl nîşan didin ku rêya berpirsiyariyê hêdî hêdî tê avakirin. Mînak, piştî tepisandina xwepêşandanên bêdeng ên bi milyonan di sala 2009’an de, me li ber Neteweyên Yekbûyî li Viyanayê çalakiya rûniştinê lidar xist û ji ber kuştina mirovên ji aliyê hikûmeta Îranê ve, me daxwaza tayînkirina raportorekî taybet ê mafên mirovan ji bo Îranê kir. Wê demê daxwaza me nehat qebûlkirin; lê çend sal şûnde raportorê taybet hate pejirandin.

Îro li NY’ê tenê ji bo çend welatan raportorê taybet hene û Îran jî di nav wan de ye. Ev ne tesaduf e; îhlalên mafên mirovan ên giran, berfireh û sîstematîk ên hikûmeta Îranê ev rewşê rave dike. Piştî xwepêşandanên Xuzistanê û paşê xwepêşandanên benzînê, rêxistinên civaka sivîl daxwaza avakirina mîsyoneke lêkolînê ya serbixwe kirin ji bo belgekirina kuştinan û tomar kirina wan ji bo dozên dahatûyê; armanca mîsyonê hem tesbîtkirina sûcdaran hem jî darizandina wan bû.

Di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de ev daxwaz bi ser ket û mîsyoneke lêkolînê ya serbixwe ya NY’ê hate avakirin. Îro jî rêxistinên mafên mirovan, bi awayekî bi taybetî daxwaza darizandina rayedarên Komara Îslamî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dikin, bi heman rêbazên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li ser serokên rejîmên faşîst hate sepandin. Ji ber ku tiştên Komara Îslamî kirine û didomîne kirin, nimûneyeke eşkere ya sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Yek ji nimûneyên herî berbiçav ên vê yekê cudakarîya zayendî ya li Îranê ye. Jinên ku ji ber nepejirandina serpereşta mecbûrî jiyana xwe xistin metirsiyê û derketin kolanan, nîşan didin ku hikûmet gav paşve navêje, berevajî ger hêza wê hebe wê hemûyan bigire û bixe bin zextê. Tiştê guherî, berxwedana jin û gelê Îranê ye ku êdî bi vî astê şidetê re rû bi rû namîne.

Qirkirinên sîstematîk, berfireh û mezin li Îranê – ku ne bi yek bajar an herêmê sînordar in – ji aliyê mîsyona lêkolînê ya NY’ê ve hatine belgekirin. Hêviya me ev e ku di dahatûyeke ne dûr de, serokên Komara Îslamî û hemû kesên ku van sûcan ferman dane û kirine, li ber Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li Laheyê bên derxistin.

Ma sedemek heye ku heyeta lêkolînê ya serbixwe bikeve Îranê û sûcên li dijî xwepêşandêr belge bike? Vîdeo û heta hin wêneyên ku ji nav Komara Îslamî derketine, nîşan didin kîjan sûc hatine kirin û hikûmet çawa wan veşartiye. Lê tomara fermî û serbixwe ya van belgeyan ji bo berpirsiyariya navneteweyî pir girîng e.

*Ma hebûna heyeta lêkolînê ya wiha li Îranê mumkun e? Herwiha ji sazî û rêxistinên navneteweyî û Îraniyên li derve ji bo vê yekê ti daxwaz hatiye?

Raportorê Taybet ê NY’ê bi giştî salê du caran daxwaza serdana Îranê dike û ev daxwaz ji mîsyona Komara Îslamî ya li NY’ê re tê ragihandin. Mîsyona lêkolînê jî serdanê dişopîne û bi heman awayî belgeyan berhev dike, lê heta îro bi awayekî serbixwe nekarî bikeve welêt. Li gorî min, ji bo pêkanîna berpirsiyariya rastîn divê mekanîzmayên NY’ê bên nirxandin.

Beriya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, Komara Îslamî endamê komîsyona biryardana li ser statuya jinan a Neteweyên Yekbûyî bû û dikaribû li ser mafên jinan ên global biryar bide. Lê piştî vê tevgerê, Neteweyên Yekbûyî Komara Îslamî ji komîsyonê derxist; ev di dîroka NY’ê de gaveke bêhempa ye. Hêviya me ev e ku Komara Îslamî di demeke kurt de ji komîsyonên din ên biryardanê, di nav de Komîsyona Pêşîgirtina Sûc û Dadê, bê derxistin. Ji ber ku hikûmeteke ku sûcên berfireh dike di mekanîzmayên biryardana navneteweyî de cihê wê tune; karûbarê wê mîna hikûmeteke mafyayê ye.

Komara Îslamî hewl dide desthilatdariyê biparêze û bêrîkên alîgirên xwe bi xwîna gelê Îranê tije bike jî, rastî ev e ku ev kes wê rojekê hesab bidin û bên cezakirin.

Hêviya me ev e ku jinên Îranê di demeke nêzîk de bigihîjin wekheviya rastîn û yasayên adil, hemû Îranî jî ji xizanî û îhlalên mafên mirovan dûr, jiyaneke bi rûmet bijîn. Ez bawer im ku pirsgirêkên îro wê di dahatûyeke ne dûr de bên çareserkirin.