Daxuyaniya Ocalan dê li 7 navendan zindî bê guhdarîkirin

Daxuyaniya ku îro çav li rê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide, dê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Reqa, Heleb û Dêrikê zindî bê guhdarîkirin û temaşekirin.

Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Heyet piştî hevdîtinê wê li Stenbolê saet di 17.00’an de daxuyaniyê bide. Di daxuyaniyê de wê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bê ragihandin. 

Daxuyanî li bakurê Kurdistanê li Amedê û Wanê dê girseyî bê temaşekirin û guhdarîkirin. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Reqa, Heleb û Dêrikê zindî bê guhdarîkirin û temaşekirin.

Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane, wê girse ji saet 16.00’an ve biherikin qadên hatine diyarkirin.

Qadên ku dê ekranên mezin werin danîn wiha ne:

Qamişlo

Cih: Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê

Saet 16.00

Hesekê

Cih: Parka 4’ê Nîsanê

Saet 16.00

Dêrik

Cîh Parka Azadiyê

Saet: 16.00

Tebqa

Li bajarêTebqayê wê li 2 cihên cuda ekran werin danîn.

Cihek li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê ye.

Cihê duyemîn jî Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin e.

Reqa

Cîh: Stadyuma Şaredariyê

Saet: 16.00

Kobanê

Cîh: Meydana Jina Azad

Saet: 16.00

Heleb

Cih: Meydana El-Zeytunî

Saet: 16.00