Darvekirin li Îranê zêde dibin: Bibin dengê girtiyan
Li gorî sala borî, darvekirin li Îranê ji sedî 96 zêde bûye. Şûle Pakravan ku dayîka Reyhane Jabbarî ya ku di sala 2014’an de hat darvekirin e, got ku divê kes li hember darvekirinan bêdeng nemîne û bal kişand ser têkoşîna girtiyan.
ŞEHLA MUHEMMEDÎ
Navenda Nûçeyan- Hejmara darvekirinên li Îranê di 5 mehên pêşîn ên sala 2024’an de li gorî heman serdema sala borî ji sedî 96 zêde bûye. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan; Li Îranê di 5 mehên pêşîn ên sala 2024’an de 261 kes hatine darvekirin, ev hejmar di heman serdema sala 2025’an de gihîştiye 511’an.
Şûle Pakravan, çalakvana mafên mirovan û dayîka Reyhane Jabbarî ku di sala 2014’an de hatiye darvekirin e. Şule Pakravan, li ser sedemên zêdebûna darvekirinan axivî û diyar kir ku dewleta Îranê darvekirinan wekî amûrek zext û tirsandinê bikar tîne. Şûle Pakravan got, "Dema ku nûçeyên darvekirinan belav dibin, di nav gel de tirsek mezin çêdibe." Sule Pakravan tekez kir ku ev rewş armanc dike ku kontrola rejîmê were parastin.
Şûle Pakravan diyar kir ku raya giştî ji darvekirinan bêtir haydar bûye û piştgiriya malbatên kesên ku hatine darvekirin zêde bûye û wiha got: "Berê, hin kes bi awayek eşkere diçûn temaşekirina darvekirinan û piştgirî didan darvekirina madeyên hişber. Lê niha, mirov naxwazin tiştên li ser darvekirinan bibhîzin û nêrîna raya giştî ya li ser darvekirinan guheriye."
Hewldanên dewleta Îranê ji bo rewakirina darvekirinan
Şûle Pakravan diyar kir ku dewleta Îranê bi postên wekî "Hûn dikarin sûcê wî rave bikin?" li ser medyaya dîjîtal hewl dide ku di hişê mirovan de gumanan çêbike û got ku cezayê darvekirinê, bi taybetî yê ku ji Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerife Muhammedî re hatiye dayîn, di civakê de bûye sedema bertekekê.
Şûle Pakravan, diyar kir ku têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê ji aliyê çalakvanên siyasî û sivîl ve berdewam dike û pêşketinên girîng çêbûne, tekez kir ku ev têkoşîn tevî vê yekê jî divê were berfirehkirin û got, "Ji dema damezrandina xwe ve, rejîma Îranê cihên ku pêşeroj lê tê avakirin, wekî dibistan, veguherandiye qadên darvekirinê."
Kampanyaya 'Sêşemên ji darvekirinan re na' berdewam dike
Şûle Pakravan bi bîr xist ku girtiyên li girtîgehan kampanyayek bi navê "Ji darvekirina roja Sêşemê re na" dane destpêkirin û destnîşan kir ku bi vê kampanyayê re, gel gotiye, "Em ji bihîstina nûçeyên li ser mirin û darvekirinan westiyane, em ji jiyana bi vê êşê westiyane."
Şûle Pakravan, êşa ku malbatên ku hezkiriyên xwe di darvekirinê de winda kirine anî ziman û got, "Ev êş ewqas kûr e ku em wê ji dijminên xwe re jî naxwazin. Em û malbatên din hewl didin ku mezinahiya van birînan ji kesên ku ji dûr ve nûçeyên darvekirinê dibihîzin re rave bikin."
Jin û ciwan bi kuştinê re rû bi rû ne
Şule Pakravan bal kişand ser wê rastiyê ku dewleta Îranê bi taybetî ciwan û jinan hedef digire û got, "Ji ber ku ew dîwarên tirsê hildiweşînin û hêviyê didin civakê. Jinek di girtîgehê de kovarek bi navê 'Bamdad Bidar' derdixe û peyamên piştgirîkirina grevan belav dike. Ev jin beşek hişmend a civakê pêk tînin."
Têkoşîna jinan li dijî sûcên li dijî mirovahiyê
Şûle Pakravan got ku tevî hewldanên rejîmê ji bo bêdengkirina dengê wan, girtî li rêyan digerin da ku dengê xwe bidin bihîstin. Şûle Pakravan ev tişt gotin: "Her gava ku xwepêşandanek destpê dike, rejîm pêşî înternetê qut dike da ku sûcên wan negihîjin cîhanê."
Şûle Pakravan diyar kir ku rejîma Îranê bi taybetî jinên pêşeng hedef digre.
Helwest û nerazîbûna hikûmetê
Şule Pakravan behsa darvekirina endezyarê Îranî-Alman Cemşîd Şarmehdî li Almanya kir û got ku rayedarên li Almanya di vî warî de ti gav neavêtine. Sule Pakravan got, "Hikûmet ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Mizgeftên li Almanya piştî darvekirina Şarmehdî hatin girtin, lê piştî merasîma cenazeyê, ji nû ve hatin vekirin. Hat ragihandin ku hinek wesleyên ji laş winda bûne, ji ber vê yekê awayê mirinê ne diyar e."
Şûle Pakravan anî ziman ku ew difikire piştî van bûyeran hêvîkirina alîkariyê ji hikûmetan bêwate ye û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û baweriya bi hêza xwe.
Hişyarî ji bo malbatan: Bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin
Şûle Pakravan, di axaftina xwe de ji malbatan re tekez kir ku divê bawerî bi pergala dadweriyê ya Îranê neyê kirin û got: "Dema ku hûn biryara dadgehê werdigirin, tavilê ragihînin. Bi sozên hêviyê yên parêzeran we nexapînin. Dema ku cezayê darvekirinê tê ragihandin, vîdyoyan parve bikin, bêdeng nemînin. Heke hûn bêdeng bimînin, hûn ê zarokên xwe winda bikin û hûn ê tu carî vê yekê efû nekin."
Reyhane Cabbarî kî ye?
Reyhane Cabbarî di sala 2007’an de ji ber parastina xwe tecawizkarê xwe, efserê berê yê îstîxbaratê Murteza Abdulalî Serbendî, kuşt. Di sala 2009’an de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" cezayê darvekirinê lê hat birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku darizandin niheq bû û ji bo ji nû ve darizandin û rawestandina darvekirinê kampanya çêkir. Dewleta Îranê, bêyî ku guh bide bangên navneteweyî, di 25’ê Cotmeha 2014’an de Reyhane Cabbarî li Girtîgeha Rajayi Shahr darve kir.