DAIŞ'iyê ku zaroka Êzidî revandibû hatiye berdan
Daxuyaniya Walîtiya Enqereyê ya der barê girtina endamê DAIŞ'ê Sabbah Alî Oruç ê ku zarokekî Êzidî revandiye Tirkiyeyê kir û li ser "înterneta kûr" derxistiye firotinê, derew derket. DAIŞ’iyê ku îfadeya wî hatibû girtin, hatiye berdan.

Enqere – Walîtiya Enqereyê der barê zarokê êzidî yê ku di 26'ê Cotmehê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye revandin û li ser "înterneta kûr" derxistine firotinê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku zarok di bin parastinê de hatiye girtin û DAIŞ'iyê bi navê Sabbah Alî Oruç jî hatiye girtin.
Derket holê ku daxuyaniya walîtiyê ya ku dibêje DAIŞ'iyê bi navê Sabbah Alî Oruç hatiye girtin ne rast e.