‘DAIŞ’a ku bû sedema trajediyên mezin divê were darizandin’

Li Şengalê di Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve êrîşên hovane pêk hatin. Di wan êrîşan de bi sedan kes hatin qetilkirin, rastî destdirêjiyê hatin, bi hezaran kes jî hatin revandin, malên wan hatin talankirin û wêrankirin.

MEDYA HAWAR

Şengal-Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de dema ku Şengal di bin parastina 12 hezar pêşmerge û 6 hezar leşkerên Iraqê yên parastina sînor û hundir dikirin de bû rastî êrîşeke berfireh hat. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin 18 hezar hêzên ku li Şengalê bûn reviyan û gelê Êzidî bi tenê di nava pençên qirkirinê de hiştin.

DAIŞ ferman li serê qewmê rojê rakir

Di fermana ku di sala 2014’an de li serê Şengalê rabû de 2 hezar û 855 kes hatin qetilkirin. Ji wan 1262 jin, 1431 mêr bûn. 6417 kes hatin revandin, ji wan 3548 jin, 2869 jî mêr bûn. 7432 kes hê winda ne ji wan nêzî 3504 jin in, 2869 mêr in. Di heman demê de bi hezaran keç û jinên Êzidî rastî destdirêjiyê hatin, li bazaran hatin firotin û bi dehan cihên pîroz hatin hilweşandin û wêrankirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevî YPG, YPJ’ê bi hezaran kesan ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin. Kesên ku rizgar bûn hejmara wan 3568 e. Ji wan 1213 jin in, 339 mêr in û 1059 zarokên keç in, 957 zarokên kur in. Ji jinên ku rizgar bûne 150 li Şengalê dijîn. Beşeke kêm di kampên Başûrê Kurdistanê de ne û hejmarek zêde jî li Ewropayê bi cih bûne.

360 Hezar Êzîdî di fermanê de mecbûrî koçberiyê man. 2000 hezar ji wen berê xwe dan başûrê Kurdistanê. 10 hezar Êzidiyan jî xwe gihandine Ewropayê. Heta niha 1340 jin û 1597 mêr hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Piştî fermanê 2166 zarokên Êzidî sêwî man.

Gorên komî

Çeteyên hov kesên ku dikaribûn bibirana, birin û kesên ku nekaribûn bibin, hinek ji ber temenê wan mezin bû û hinek jî ji ber ku  nexweş bûn bi hev re qetil kirin û ji bo wan gorên komî çêkirin. Di heman demê de hin kesên ku bi derfetên xwe heta dawiyê şer kirin, qetil kirin û di gorên komî de veşartin. Li Şengalê 89 gorên komî hene û bi dehan jî gor hene.

Dewletên ku êrîşên li ser Şengalê wekî jenosîd bi nav kirin:

Amerîka, Kanada, Awustralya, Îrlanda, Portekîz, Holanda, Brîtanya, Belçîka, Luksembûrg, Almanya, Ermenistan, Skotlenda û Fransa.

  • Di sala 2015-2016’an de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de destnîşan kiriye ku DAIŞ’ê bi awayekî plankirî li dijî Êzidiyan ‘qirkirinê’ pêk aniye.
  • Di sala 2016’an de Parlamentoya Ewropayê biryar da ku qirkirina Êzidiyan nas bike.
  • Di sala 2016’an de DYE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew jenosîda li ser Êzidiyan û kêmarên din hatiye pêkanîn dinase.
  • Di sala 2017’an de Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) bang li dewletên Ewropî kir ku bi awayeke fermî jenosîda ku li Iraq û Sûriyeyê li ser Êzidî, Xirîstiyan û Suniyan hatiye pêkanîn binasin.
  • Di sala 2018’an de Parlamentoya Ermenistanê sûcên ku li dijî Êzidiyan hatine kirin weke ‘jenosîd’ nas kir.
  • Di sala 2018’an de Kanadayê jenosîda li dijî Êzidiyan tenê bi awayekê “jêbirina nasnameyan” girt dest lê negot jenosîd e. Kanada ji bo jinên Êzidî yên ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bibe welatê xwe polîtîkayek taybet dimeşîne.
  • Di sala 2018’an de li parlemantoya Awustralyayê Meclisa Nûneran, pêşnûmeyek ku jenosîda DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî dike, qebûl kir. Bang kir ku sûcdar bên lêpirsînkirin û darizandin.
  •  Di sala 2019’an de Parlamentoya Portekîzê jenosîdê nas kir.
  • Di sala 2021’ê de Parlamentoya Belçîkayê, sûcên ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî kirine weke “jenosîd” qebûl kir. Belçîkaya ku wê komkujiyê wekî jenosîd pejirandiye jî bi şertê ku peymana 9’ê Cotmehê bê pêkanîn erê kir.
  • Di sala 2021’ê de Parlamentoya Hollandayê sûcên ku di sala 2014’an de li dijî civaka Êzidî hatine kirin wek “jenosîd” qebûl kir.
  • Di sala 2022’an de Hikumeta Brîtanyayê, hovîtiya DAIŞê li dijî Êzidiyan hat pêkanîn şermezar kir lê sûcan wek jenosîd nas nekir. Da xuyakirin ku biryar ji hukmê wêdetir polîtîkayeke ku li dadgeha cezayê bilind bê sepandin dihewîne.
  • Di sala 2022’an de Parlamentoya Luksemburgê tiştên li dijî Êzidiyan hatin kirin weke “jenosîd” nas kir.
  • Di sala 2023’an de Parlamentoya Almanyayê sûcên ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî kirine weke “jenosîd” qebûl kir.

Dadgehkirina DAIŞ’ê

Ji rojên destpêkê ya bidawîbûna şerê Baxozê ku têkbirina çeteyên DAIŞ’ê bû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî dike ku erka xwe di çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`iyên girtî de zelal bike. Însiyatîf ji dewletên pêwendîdar û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandineke navneteweyî, pêşkêş kir.

Sûcên terorî ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevkarên xwe re li ser gelên ji bawerî, çand û zimanên cuda pêk aniye bi belge ne û her kes dizane. Lê Mixabin her kes bêdeng e. Sûcdar nehatin darizandin û ev yek jî li dijî zagon û pîvanên navnetewî ye.

‘Biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê hat girtin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran çete girtine û ji bo darizandina wan di nava hewldan û bangewaziyan de bû. Di 10’ê Hezîrana îsal de biryar da ku çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne. Ev agahî ji bo hemû cîhanê pir girîng e. Lê ji bo civaka Êzidî weke agahiya cejnê ye.

‘Bi hezaran DAIŞ’î di kamp û zindanan de ne’

Hejmara çeteyên di destên Rêveberiya Xweser de 10 hezar e û di girtîgehên QSD’ê de ne, welatiyên zêdetirî 60 dewletan e û di nava wan de 2000 biyanî hene. Di heman demê de 51 hezar malbatên çeteyan di kampa Holê de girtî ne ku piraniya wan jin û zarok in.