Dadgehê dest da ser milkên jinên Tûnisê

Desteserkirina yasayî ya ofîs û hola civînê ya Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê Radhîa Cerbî ya li gorî biryara dadgehê, bû sedema bertekan û derbarê pêşeroja rêxistina jinan a herî kevn a welat de fikaran çêkir.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê Radhîa Cerbî, çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û jinên ji qadên cûda, duh biryara desteserkirina navenda sereke û hola civînên Yekîtiyê, bi şokeke mezin pêşwazî kirin. Bandorên vê biryarê, ji wateya sembolîk a rêxistinê wêdetir diçin. Rewşa xebatkaran ku ev du sal in mûçeyên xwe wernegirtine, xirabtir dibe. Hinek xebatkarên ku li benda çareserkirina rewşa xwe ya darayî ne, bi pirsgirêkên tenduristiyê re jî têdikoşin û hat diyarkirin ku xebatkarek ji ber ku nikare deynên xwe bide, bi xeteriya desteserkirina mal re rûbirû ye.

Hewldanên bipergalî

Radhîa Cerbî, di hevpeyvîna telefonê ku bi ajansa me pê re pêk anî de, diyar kir ku desteserkirina ofîs û hola civînên Yekîtiyê, encama biryareke dadgehê ye ku têkildarî deynên darayî yên ji demên borî ye. Radhîa Cerbî anî ziman ku piştî şoreşê, rêxistin bi barê deynan re rûbirû hatiye hiştin û pêkanîna ji nişka ve ya biryarên li parêzgehên cûda hatine dayîn, wekî "taktîkek dadwerî ya plankirî" ya li dijî rêxistinê bi nav kir.

Radhîa Cerbî, da zanîn ku navenda wan û wesayîtên wan hatine desteserkirin û diyar kir ku wan ji dewletê an jî ji Wezareta Karûbarên Jinan tu piştgirî nestendine. Radhîa Cerbî, anî ziman ku qeyrana darayî ji ber siyasetên hikûmetên piştî şoreşê derketiye holê û ragihand ku komîteya navendî dê ji bo nirxandina rewşê bicive.

Bertek û hevgirtinên mezin

Biryara desteserkirina mal û milkên rêxistinê, di nav çalakvan û rojnamegeran de bû sedema bertekên tund û peyamên hevgirtinê yên ji bo rêxistina jinan a xwedî dîrokeke dirêj jî zêde bûn.

Rojnameger Mona Ben Gamra, diyar kir ku hedefgirtina Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê, hewldaneke ji bo jêbirina dîroka têkoşîna jinan a li vî welatî ye. Mona Ben Gamra ya zextên li ser destkeftî û mafên jinan rexne kir, hevgirtina xwe ya bi jinên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin re anî ziman û tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinê bidomîne.

‘Tûnis bi saya têkoşîn, destkeftî û fedakariyên jinan hatiye avakirin’

Mona Ben Gamra, balkişand ku sazî ne tenê ji kesên pêk tên, dîrok bi biryareke nayê jêbirin û têkoşîn bi kampanyayên zext û tepisandinê nayê hilweşandin. Mona Ben Gamra, anî ziman ku Tûnis bi saya têkoşîn, destkeftî û fedakariyên jinan hatiye avakirin. Mona Ben Gamra, tekez kir ku dîroka jinan nekarî ji holê bê rakirin, hebûna wan a niha nekarî ji dest wan bê girtin û ew nikarin ji têkoşîna ji bo pêşerojê bên dûrxistin. Mona Ben Gamra, piştgiriya xwe ya ji bo xebatkarên Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê û hemû jinên Tûnisê yên di nava têkoşînê de ne, eşkere kir.