Dadgeha Sine xwest Jîna Muderîs xwe radest bike
Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jêre şandiye û xwestiye roja Şemiyê ji bo cezayê xwe bikêşe, xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku Dadgeha Sineyê belgeyek fermî jêre şandiye da ku cezayê lê hatî birîn, were bicihanîn.
Jîna Muderês di peyama xwe de wiha got: “Şaxa 4 ya Dadgeha Sineyê, belgeyek ji min re şandiye. Di belgeyê de dibêje, divê roja Şemiya bê tu xwe radestî girtîgeha jinan ya li Sineyê bikî. Bi tometa ‘alîkariya komên muxalîf’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 16 mehan yê girtîgehê li min hatiye birîn.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li ser Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gorcî, 10 heta 21 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Piştre cezayê wê ji bo 16 mehan hatibû kêmkirin.