CPJ: Li Xezayê ji 7ê Cotmehê û vir ve 64 rojnameger hatin kuştin
CPJ’ê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve 64 rojnameger di êrîşên li Xezayê de hatine kuştin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231217-20231217-cpj-jpg3b4de6-image-jpg147149-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku 57 roj in ji êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê û vir ve 64 rojnameger 57 jê Filistînî, 4 Îsraîlî û 3 Libnanî, hatin kuştin.
Li gorî daneyên CPJ’ê di heman demê de 13 rojnameger birîndar bûne, 19 rojnameger hatine binçavkirin û aqûbeta 3 rojnamegeran jî ne diyar e.