CPJ: Ji 7’ê Cotmehê ve heta niha 181 rojnamevan hatin qetilkirin

CPJ’ê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha didomin, 181 rojnamevanên ku 73 ji wan Filistînî, 2 Îsraîlî û 6 Lubnanî ne hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) raporek nû weşand. Di raporê de hat ragihandin ku di şerê navbera Îsraîl- Hamasê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Xeza, Şeraya Rojava, Îsraîl û Lubnanê didome de herî kêm 181 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dane. Ev tablo ji sala 1992'an û vir ve ku CPJ'ê dest bi berhevkirina daneyan kiriye, ji bo rojnamevanan dema herî ku zêde hatine kuştin ket qeydan.

Li gorî raporê, ji 7’ê Cotmehê ve heta niha 173 Filistînî, 2 jê Îsraîlê, 6 jê Lubnanê 181 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatin qetilkirin. 96 rojnamevan birîndar bûn, 86 rojnamevan hatin girtin û 2 rojnamevan winda ne. Di raporê de hat diyarkirin ku heta niha herî kêm 17 rojnamevan û 2 xebatkarên medyayê rasterast ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi hedefgirtinê hatine qetilkirin.

Hun dikarin bi vê lingî xwe bigihîjînin temamiya raporê: