CPJ: Di sala 2024’an de 124 rojnameger hatin qetilkirin
Li gorî daneyên ku duh Çarşemê ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ve hatin weşandin, di sala 2024’an de 124 rojnameger li cîhanê hatine kuştin û ev sal bûye sala herî zêde ya rojnamegeran ku jiyana xwe ji dest dane.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-1-24-800x549-jpg10f429-image-jpgb318b9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gorî CPJ’ê di sala 2024’an de li cîhanê 124 rojnameger hatine kuştin. Ev hejmar ji sala 1992-an vir ve sala herî kujer a xebatkarên medyayê ye di warê azadiya çapemeniyê de.
Li Filistinê 196 xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin
Li gorî CPJ, şerê Îsraîl û Hemasê ji bo rojnamevanan bûye cihê herî kujêr yê kar. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha 169 xebatkarên çapemeniyê di şerê Hamas û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Hema bêje hemû rojnamevanên hatin kuştin Filistînî bûn.
Dewleta Tirk di sala 2024’an de 5 rojnamegeran qetil kir
Li aliyê din di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di sala 2024’an de 2 jê li Rojava û 3 jî li Başûrê Kurdistanê 5 rojnameger hatin qetilkirin.
Di 27’ê Çileya 2025’an de rojnamevan Azîz Koylûoglû di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîteke sivîl de hat qetilkirin.