Ciwanên Reqayê pergala netewa demokratîl nîqaş kirin

Panela diyologê ya di çarçoveya lêgerîna çareseriyên radîkal ya ji bo qeyranên li Rojhilata Navîn de li Reqayê hate li dar xistin, bi rêze pêşniyaran ku banga hembêzkirina neteweya demokratîk bi dawî bû.

Reqa – Îro li bajarê Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê Desteya Ciwanan û Werzîşê bi dûrişmeya “Ji bo civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û kesekî bi rêxistinkirî be” paneleke diyologê hate li dar xistin.

Di panêlê de, Tevgerên Ciwanên Şorger ên Sûriyayê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Jinên ciwan û partiyên siyasî hazir bûn.

Panela ku bi beşdariya gelek femînîst, siyasetmedar û ciwanan pêkhat, bi armanca nîqaşkirina têgehên dewlet, deshilatdarî û demokrasiyê û balkişandina girîngiya bihêzkirina çanda demokratîk a welat ya wekî alternatîfek radîkal ji bo rejîmên otorîter ên kevneşopî, hate li dar xistin.

Di tevahiya panelê de, beşdarvanan têkiliya di navbera dewlet û desthilatdariyê de nîqaş kirin. Her wiha di panele de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi felsefeya xwe re têkildarî kokên qeyranên civakî yên li Rojhilata Navîn analîzên kûr pêşkêş dike û bi fêmkirin û derbaskirina van qeyranan banga vegera civaka normal dike, hatin xwendin. Perspektîfan, destnîşan kir yên ku herî zêde jin di pergala hiyerarşîk de tên bindestkirin û vegera jinan ya ji bo rolên xwe yên dîrokî ji bo avakirina civakek demokratîk a hevseng pêdiviyek mezin e.

Beşdarvanan, balkişadin ku di çarçoveya avakirina dewletê de, dewlet ji bo perçekirina civak, beşên civakê û xirikandina ciwanan ya ji bo pergalên otorîtêr ên teşvîkê hiyerarşi û serweriya mêr dike, xebat dimeşîne.

Di dawiya panelê de, vîzyona pergala konfederasyona demokratik ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ve wekî alternatîfek ji bo rejîmên otorîter hatiye pêşniyar kirin ku li ser bingeha ramana azad û hişmendiya kolektîf armanc dike civakek li ser bingeha rastî, beşdarbûn û wekheviyê ava bike, hate pêşniyar kirin.

Beşdarvanan, destnîşan kirin ji bo avakirina vê pergalê di feraseta civakî de pêdivî bi guhertinek radîkal heye û di pêşengtiya veguherîna siyasî û çandî de pêdivî ji nû ve sazkirina rola jin û ciwanan heye.

Panêl, bi xwendina rêze encamnameyan ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwanan û Sporê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Buşra El Ehmed ve bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

“1-Ji bo derbasbûna metirsiya ji dewletê gereke tevgera ciwanan bi awayekî radîkal têkoşîn bike.

2-Ji bo derbasbûna dewletê û deshilatdariyê birûşûr werin nivîsandin û li hemû komînan were xwendin.

3-Ji bo hişiyarkirina civakê ragihandina pêngaveke xurt li ser esasê hişmendiya dewlet û deshilatdariyê semîner û panêl were pêk anîn.

4-Em weke Tevgera Ciwanan bi awayekî rast rastiya dewlet û deshilatdariyê ji aliyê dîrok û têkoşînê nas bikin.

5-Ji bo derbaskirina hişmendiya dewlet û desthilatdariyê, divê têgeha netewa demokratîk baş were fêmkirin.  

6- Li hember hişmendiya dewlet û desthilatdariya di malbat, dibistan û hemû saziyên civakê de tê bikoşin.

7-Ji bo avakirina hişmendiya demokratiyê di civakê de, divê civak çanda demokratiyê û perwerdeya li ser vî esasî nas bike.

8-Ji bo çanda demokratîk û komînan, divê hemû civak kesayeta Rêber Abdullah Ocalan nas bike.”