Ciwanên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan û ciwanên Êzidxanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke dirêj şermezar kirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gerîla.

Şengal – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla Yekîtiya Jinên Ciwan û ciwanên Êzidxanê meşeke dirêj li dar xistin.

Di meşê de alên ciwanan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Meşê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre îxanet” bi beşdariya meclisên Şengalê, ji navçeya Sinûnê heta Bexçeyê Rêber Apo berdewam kir û li wê derê daxuyanî hat xwendin.

‘Em hemû komplogeran şermezar dikin’

Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê Avêsta Şengalî ve hat xwendin. Avêsta Şengalî da zanîn ku ew ê dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin û wiha berdewam kir: “25 sal in ku Rêber Apo bi awayekî derhiquqî û dûrî mirovahiyê di zindana Îmraliyê de girtiye. 40 meh in tu agahî jê nayê girtin.

Têkiliyên malbat û parêzeran ên pê re hatine qutkirin. Em weke Tevgera Ciwanên Êzidxanê li hemberî vê tecrîda li ser rêberê xwe, em ê di nava têkoşînê de bin. Em ê hesab ji faşîzma Tirk bixwazin. Em ber bi salvegera komploya 9’ê Cotmehê ve diçin. Bi vê wesîleyê em hemû komplogeran şermezar dikin. pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo sala xwe temam dike. Weke ciwanên Êzidî em ê têkoşîna xwe di vê salê de mezintir bikin heta ku azadiya fizîkî bi dest dixin.”

‘Divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin‘

Endama Meclisa gundê Borik Tewrê Hisên jî axivî û da zanîn ku heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li ser piyan bin û wiha got: “Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê em Rêberê xwe ji zindanê derxin. Barekî giran li ser milên me ye divê em agahiyek ji Rêberê xwe bigrin. Çi ji me bê xwestin em ê ji Rêber Apo re bikin ji ber ku em deyndarên wî ne.“

‘Çi ji dest me were em ê ji bo Serok Apo bikin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Hala Şingalî jî nêrîn û bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Îro em weke ciwanên Ezidxanê kom bûne û meşeke ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê û ji bo piştgiriya bi gerîla re li dar dixin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.