Parêzer Zehra Nakşîn bi kefaleta 6 milyar tûmenî hate berdan

Parêzer û endama Komeleya Baroyên Azerbaycana Rojhilat Zehra Nakşîn, ku di 9’ê Îlonê de ji ber nêrîn û nivîsên xwe yên pîşeyî û civakî bi tohmeta "sîxuriyê" hatibû binçavkirin, piştî meheke girtî bi kefaleta 6 milyar tûmen hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku ji aliyê dezgehên medyayê yên ku di warê mafên mirovan de dixebitin ve hatine weşandin, parêzer û endama Komeleya Parêzeran a Rojhilatê Azerbaycanê, Zehra Nakşîn, bi kefalet ji girtîgeha Tebrîzê hate berdan.

Zehra Nakşîn di roja 7’ê Cotmehê de, bi kefaleta 6 milyar tûmen ji girtîgeha Tebrîzê hate berdan.

Li gorî rapora HRANA, ku li ser bingeha çavkaniyên agahdar hatiye nivîsandin, nêrîn û nivîsên qanûnî yên Zehra Nakşîn li ser mijarên pîşeyî û civakî ji hêla dozgerê ku dozê li gorî madeya 4-an a qanûna ku "sûcên sîxuriyê yên girankirî û her kiryar û alîkariyên ku beşdarî xurtkirin û rewakirina rejîma Siyonîst dibin" vedikole, hatine nirxandin û ji ber vê yekê ew hatiye tawanbarkirin.

Divê bê zanîn ku Zehra Nakşîn, parêzer û endama Komeleya Baroyên Azerbaycana Rojhilat, di 9’ê Îlonê de dema ku li Beşa Lêpirsînê ya 15’emîn a Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Tebrîzê bû, piştî ku li wir hatibû gazîkirin, hatibû binçavkirin.