Ciwanên Şengalê bi dahurandinên Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin

Di çarçova çalakiyên 25’ê Mijdarê de û kampanyaya ku TAJÊ ji 5’ê mehê heta 25’ê Mijdarê dabû destpê kirin Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiyek lidarxist.

Şengal- Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê di çarçova çalakiyên 25’ê Mijdarê de li bexçê Serok yê Deriyê Geliyê Kersê kom bûn û dahurandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî  Li Ser Jinê  xwendin û li ser nîqaş kirin. Piştî xwendinê ciwanan hestên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandin û bexçe bi nameyên tijî hest xemilandin.

Di nava nameyên Jinên ciwan de yên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevokên bi vî rengî hebûn: “Em silavan ji çiyayên Şengalê bi dil û pênûsa keçên ciwan em ji tere dinivîsin serokê min. Hêvî û xeyalê her jineke azadîxwaz dîtina te ye. Raste me te nedîtiye lê belê em hewil didin ku di her kêliyê de zanista ku te diyarî me kiriye em bijîn. Ji bo ku em te bibînin em hemû kêliyên jiyana xwe veguherînin kêliyên tekoşînê.”

‘Dijmin ji hêza zanista jin ditirse’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Zîn Argeş bal kişand ser tundiya ku jin rastî tê  û wiha got: “Îro em weke jinên ciwan hatine bexçê Rêber Apo em dahurandinên Rêber Apo yên  derbarê 25’ê Mijdarê guhdar dikin. Weke jinên ciwan bindest kirina jinan em pir dibînin û li dijî disekinîn. Mînak beriya du rojan dewleta Tirk dirûşmeya  Jin Jiyan Azadî qedexe kir. D iserî de em vê biryarê şermezar dikin. Dewleta Tirk hêz û rabûna jinê dibîne ji bo wê jî li hemberî serî rakirina jinê disekine. Naxwazin gelên azadîxwaz serî rakin û azadiyê bibînin.  Fik Rêber li cîhanê weke deryayekê belav bûye. Weke gelên miletên azadîxwaz emê tekoşîna xwe heta azadiyê berdewam bikin.”